• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Qadên vekirî yên ku destê Emperyalîstan digihêjê nehêlin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz li navçeya Qosera Mêrdînê di semînera ku ji reref teşkîlata navçeya Qoserê ve hat lidarxistin de axivî. Yavuz di derbarê veguhertina makeqanûnê ya ku niha rengdayîna wê didome de nirxandina girîng kir.

Yavuz di semînera ku endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç, Serokê Bajarê Mêrdînê yê HUDA PARê Şeyhmus Akman û Serokê navçeya Qoserê Burhan Aydin jî beşdar bûbûn de wiha axivî: “Wek memleket em rojên dijwar derbas dikin. Lê înşaellah em temenî dikin ku dê Xweda piştî zehmetiyê rehetî bide me. Me vê di 15ê Tîrmehê de dît.”

“Pêwîst e pirsgirêk bi temînata makeqanûnî werin çareserkirin”

Yavuz bal kişand ku ku ji doh heta îro siyasetekî çewt tê domandin. Ev yek jî dibe sedema bedel dayînê û bi qedexeyan pirsgirêk nayên çareserkirin. Ji ber vê yekê divê ku di derbarê vê yekê de gavên baş werin avêtin. Dûvre Yavuz axavtina xwe wiha domand:

“Niha pirsgirêka eslî ya memleketê bê aramî ye. Sedema bê aramiyê jî siyaseta çewt e. Heta siyaseten çewt werin domandin dê pirsgirêk neyên çareserkirin. Dê mirin, kuştin, şer, qaos, bêîstîkrarî û bê ewlehî bidome. Pirsgirêk meselekî 90 salî ye. Dema ku ev dewlet hat damezrandin siyasetek çewt hat şopandin. Ziman û dînê vê miletê hat qedexekirin. Qedexekirina gelekî nehesibandina wê gelê ye. Înkarkirina wê gelê ye. Ev yek hat kirin û hêj jî didome. Hewldana rakirina pirsgirêk û astengên li beriya zimanê vê gelê qencîkirina herî baş a ji bo vê gelê ye. Pêwîst e pirsgirêk bi temînata makeqanûnî werin çareserkirin. Niha dema ku hûn di meclîsê de biaxivin ew di girtenameyê de wek ‘X’ tê qeydkirin. Hê jî dibêje ez te nas nakim.”

“Heta tiştên ku Xweda dibe heye tu bibêjî tune dê qaos bidome”

Yavuz di derberê veguhertina makeqanûna ku niha dengdayîna wê di meclisê de didome de wiha diyar kir: “Vesazkirinekî hiqûqî tê lidarxistin. Hinek made hene yên ku em êrênî dibînin tebrîk dikin. Lê me dixwest ku dema ku ev amadekirina makeqanûnî dihat çêkirin li ser 2 mijaran de jî bihatiba sekinandin. Yekî daxwazên vê gelê ya di derbarê zimanê de. Bila ev telebên mesûm, însanî, wîjdanî jî bila di vesazkirinê de cî bigirin. Li ber madeya ‘bes bi Tirkî perwerdehî tê dîtin’ madeya ‘heke telebekî kafî hebe bila herkes bi zimanê xwe perwerdehî bibîne’ bihatiba zêdekirin. Ya duyemîn ew e ku îbareya ‘kesên di Dewleta Komara Tirkî de dijîn û têkiliya wan a xwînê bi hev re hene Tirk in’ pir çewt e. Pêwîst e demildest were guhertin. Lewra ev hişmendî li dijî îradeya Xweda ye. Heta tiştên ku Xweda dibe heye tu bibêjî tune dê qaos bidome.”

 “Qadên vekirî yên ku destê Emperyalîstan digihêjê nehêlin”

Yavuz di axavtina xwe de bal kişand ser pirsgirêka Kurdan û di derbarê vê yekê de wiha nirxandin kir: “Sedema bê îstîqrartiyê tu yî. Encamên îro ji ber vê yekê derdikevin. Mijar bi xwe sedem nîne. Heke te vê qedexekirin, zextî û derewê negota dê rêxistinekî wekê PKKê tunebûya. Te wê derxist holê! Sedema mirina van însanan tu yî û hişmendiya te ya qedexeyî ye. Were êdî em dev ji vê yekê berdin. Bibêje ‘keêsn ku girêdayê vê memleketê ye hemwelatiyê şerefmend a vê memleketê ye. Em çima dibin lîstok? Qadên vekirî yên ku destê Emperyalîstan digihêjê nehêle. Vê yekê ji holê rake. Wek HUDA PAR em dibêjin divê ku demildest beriya perwerdehiya zikmakî were vekirin.”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ‘Vaye ji ber van sedemên siyaseta çewt li memkeket hizûr nemaye. Ev têgihiştina destpot, zordar û vesayetkar hêj li ber xwe dide da ku em bi dîn û zimanê xwe re li hev nekin.”

“Azadiya xelkê; bi jiyan, ilm, îrfan û bi siyasetê ye”

Yavuz di berdewama axavtina xwe diyar kir ji bo ku tu kes hevdû nekuje divê heq û hiqûq wek hev bên sepandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Azadiya xelkê; bi jiyan, ilm, îrfan û bi siyasetê ye; ne bi kuştin, çek, molotof û lihevdanê ye.  Têgihiştina HUDA PARê ev siyaseta maqul û meqbûl e.  Îro gotinên HUDA PARê tên guhdarkirin ku sedema vê jî ev têgihiştine.   Me berî niha çi gotibû tev qewimîn. Me got ‘Ew ê meseleya Sûriyê  bibe meseleya agir’, ‘Ew ê pêvajoya çareseriyê biteqe’, ‘Hûn gelek zêde ji FETO re qadê vedikin, ew ê bibe bela serê we.’ Ev 5 sal e ku em dibêjin. Ev neyîniyên ku em îro  wan dibînin û  muhtemela ku sibe derkeve hemberî me berî ku biqewimin divê em tiştên pêwîst bikin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir