• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Yetîm-Der di sala 2016an de ji kesên hewcedar re 585 hezar TL alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera ku navenda wê li Diyarbekirê û di sala 2009an de hatiye damizrandin ji roja ku hatiye sazkirin ve xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne. Yetîm-Der rapora fealîyetên xwe yên 2016an bi raya giştî re parve kir.  Li gor rapora ku hatiye weşandin di sala 2016an de ji teref Yetîm-Derê ve ji kesên hewcedar û feqîr re di bihaya 585 hezar TL de alîkarî hat kirin. Di warê van xebatan de gelek kampanya hatin kirin. Di derbarê  vê mijarê de Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Sertaç Tekdal  nirxandinan kir. Tekdal di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir di nava van kampanyayên me de ya herî mezin kampanyaya ‘ Tu jî ji yetîmekî/ê re bibe spornsor’ e.

Tekdal di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di sala 2016an de wan wek Yetîm-Der ji bo hewcedaran kampanyayên bi navê ‘Tu jî ji bo yetîmekî/ê bibe sponsor’, ‘Tu jî li diya yetîmekî/ê xwedî derkeve’, ‘Tu jî yetîmekî/ê têr bike’, ‘Tu jî yetîmekî bizewicîne’ û ‘Tu jî yetîmekî/ê bide xwendin.’ dane destpêkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di bergeha van kampanyayan de di sala 2016an de di bihaya 585 hezar tl alîkariyên cûrbecûr ji kesên hewcedar, feqîr û jaran kir.”

 “Ger ku yetîm bikene dê dinya bikene”

Tekdal di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dibe ku digel temamê wehşet û zilmên ku li ser erdnigariya li ser Îslamê tên kirin û digel ku hejmera yetîman zêde dibe ev xebatên alîkariyê kêm bin. Û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Encax digel alîkariyên xelkê me yê xêrxwaz em hêvî dikin ku ji êtîmên xwe re zêdetir alîkariyê bigihijînin. Em ji vê derê ji birayên xwe yên ku di warê xebatan de xebitîne re teşekur dikin. Her wiha em ji xelkê yê ku destekê da me re jî teşekur dikin. Em hêvî dikin ku rûyê zêdetir yetîman bikenînin. Lewra ger ku yetîm bikene dê dinya bikene.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir