• DOLAR 32.455
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2439.89
  • ...
"Em her şev nîv saet televîzîyonê bigirin û pirtûk bixwînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê di Xewgeha Kuran a Lîseya Anadolê ya Êlihê de wek “Êlih li her derê pirtûk dixwîne” qampanya hat destpêkirin. Waliyê Êlihê Ahmet Denîz jî beşdarê qampanyayê bû.

Ji xeynî Waliyê Êlihê Ahmet Denîz; Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Mahmut Kurtaran, Alîkarên Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr, midûrê dibistanê û xwendekarên xewgehê beşdarê destpêkirina projeyç bûn.

“Her êvar em televîzyonê asê bikin û bi malbata xwe re pirtûk bixwînin”

Walî Denîz di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “Civakekî bes bi perwerdehiyê pêş ve diçe. Heke hûn di perwerdehiyê de sernekevin mimkûn nîne ku hûn tiştek bidest bixin. Bingeha perwerdehiyê xwendin e. Minkûn nîne ku mirov bê xwendin ser bikeve. Ayeta yekemîn a Qur’ana Pîroz dibêje ‘bixwînin’. Lê wek civak mixabin em naxwînin. Japonekî 25 pirtûk, Fransewiyekî 15 pirtûk dixwîne lê em 6 kes pirtûkekî dixwînin. Ji ber vê yekê me xwest ku em bal bikêşin ser vê mijarê.”

Walî Denîz wiha diyar kir: “Qralê Zana Alîya Îzzetbegovîç çi xweş gotiye; ‘Xwendin ji firîna ji bo azadiyê ye. Ji ber vê yekê me vê qampanyayê da destpêkirin. Em dixwazin ku li bajarê me herkes bixwîne.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir