Li febrîqê teqîn: Miriyek 15 birîndar
Li Kocaeliyê di teqîna ku li hedexaneyê pêk hat de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 15 karker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Deşta Dîla Kocaeliyê di qezana hedexaneyekê de teqîn pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 15 karker jî birîndar bûn.
Piştî teqînê ambûlans û îtfaye sewqî cihê teqînê hatin kirin. Karkerên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Di derbarê teqînê de lêpirsîn didome.(ÎLKHA)