• DOLAR 32.52
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2450.534
  • ...
Kesên ku pez xwedî dikin di nava rojên bi zehmet de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Anzara girêdayê Mûşê kesên ku pez xwedî dikin destnîşan kirin li heremê nêzî 6 mehan zivistan e  û ew di demsala zivistanê de ajaldariyê û di demsala havînê de jî cotkariyê dikin.

Tahsîn Turanê ku li gund pez xwedî dike di derbarê mijarê de derd û kulên xwe anî zimên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji dewletê teleb dikin bila di warê ceh û êm de ji me re bibe alîkar. Tu karê me nîne. Ez 5 caran anjo bûm û felcê li min da. Her wiha ez 6-7 caran ameliyat bûm. Em wek malbat 7 nefs in. Derfeta me nîne. Em ji dewletê dixwazin ku ji me re bibe alîkar. Wextê zayîna heywanan e. Em ji pêvajoyeke bi zehmet derbas dibin. Ji bo heywanên me birçî nemînin em hewil didin. Ger ku dewlet di vî warî de ji me re bibe alîkarî baş dibe. Ajaldarî karekî bi zehmet e. Dahata wê zêde nîne, ya ku tê jî em didin êmê heywanan.”

Mihemed Turanê ehlê gund e û li gund karê ajaldariyê dike jî di derbarê mijarê de destnîşan kir digel hemî şert û mercan ji ber ku ajaldarî karekî helal e ew ji kirina vî karî kêfxweş e. Turan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Demsala zivistanê nêzî 6 mehan e. Em li vê derê cotkariyê dikin û heywanan xwedî dikin. Elbet ji ber ku tu karê me nîne em li vê derê di zivistanê de karê ajaldariyê û di havînê de jî karê cotkariyê dikin. Lê belê dîsa ji ber ku karekî helal e ev kar  ji yên din xweştir e  û em ji kirina vî karî kêfxweş in. Dema ku mirov bi keda xwe bixebite Xweda alîkariya wî dike. Em ji halê xwe memnun.”

Turan di berdewama axavtina xwe de ji bihaya ka û ceh gazinan kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha tona ceh hezar û sed tl û ya kayê jî hema hema ew qas e. Ji ber barîna berfê pêdiviya gelek însanan nayê tedarikkirin. Dîsa ji ber ku em nêzî navendê ne em dikarin pêdiviyên xwe tedarik bikin. Gundên ku li çiyayan dimînin zêdetir zehmetiyê dikşînin. Debara wan bi zehmettir e. Li wan deran berf zêdetir tê û rê tên girtin. Dema ku kayên wan xelas dibe gelekî zehmetiyê dikşînin.”

Hilberînerekî din ê heywanan Sîracettîn Alataş jî weke gundiyên din qala zehmetiyên ku kesên bi karê ajaldariyê mijûl dibin dikşînin kir û wiha got: “Li van deran zivistan dijwar e. Em ditirsin ku kayê me têra heywanên me neke. Carinan dema ku zivistan dirêj dibe ka têra me nake.  Karê ajaldariyê karekî bi zehmet e, mesrefa wê gelek e. Kar û zirara me li hev nagire. Karekî din a ku em bikin tuneye. Tenê ev kar li ber me ye. Ev debara xwe ya rojane bi vê dikin.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir