Li Mêrdînê 89 kîlo esrar hat bidestxistin
Li Mêrdînê di lêgerîna ku di otomobîlê hat kirin de 89 kîlo esrar hat bidestxistin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji teref polêsan ve ji ber îxbara ku hat kirin di wesayîteke ku ji navçeya Bismilê ber bi navçeya Qosera Mêrdînê ve diçû de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 89 kîlo esrar hat bidestxistin.
Di derbarê bûyerê de 2 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)