• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Esnaf bangewazî li xwediyê dikanan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber bûyerên tûndî yên li herêmê derbe li aboriya herêmê ket. Ya ku herî zêde ji vê yekê bandordar bûn esnaf in. Esnafê Êlihê ya ku ji ber rewşa neyînî nikare kar bike bang li xwediyê dikanan kir da ku îsal kirêya dikanan zêde nekin.

Ji esnafan Arîf Saydam diyar kir ku ev 2 sal e wek esnaf ew nikarin bixebitin. Saydam wiha diyar kir: “Wek esnaf ev 2 sal e ku em ji ber bûyeran mexdûr in. Kar ber sekinandinê ve diçe. Rastî jî rewşa esnaf perîşan e. Hinek esnaf di nabeyna van 2 salan de îflas kirine. Ji ber van bûyeran hinek mecbûr mane dikanên xwe girtine. Bûyerên li Herêma Rojhilata Başûr esnafê bandordar kiriye.”

“Em dixwazin ku xwediyê dikanan di kirê de alîkariya me bikin”

Ji esnafê Adnan Baytar diyar kir divê ku xwediyê dikanan vê rewşa bêkariyê bidin ber çavan û kirêyan zêde nekin. Dûvre Baytar wiha diyar kir: “Di van 2 salên dawî de pirsgirêkên cidî li herêmê hene. Di van demên dawî de esnaf ji bêkariyê nikare bivxebite. Mesref zêde û dehat kêm e. Dê van rojan kirê bên zêdekirin. Temeniya me ew e ku xwediyê dikanan ji aliyê kirê ve alîkariya me bikin. Em naxebitin û nikarin çekên xwe razînin.”

“Em nikarin kirayên xwe bidin”

Hayrettîn Yildizê esnaf diyar kir ku rewşa wan pir xerab e. Dûvre wiha pê de çû: “ Ji ber bûyeran ev 2 sal e ku îş tune. Eêm nikarin kirêya xwe bidin. Em ji xwediyê dikanan vê yekê dixwazin; ‘Bila bi însaf bibin û kirêyan zêde nekin. Heke zêde dikin jî bila hindik zêde bikin.”

 “Em rica dikin bila gel xwedî li esnaqfê xwe derkeve”

Devran Tenha diyar kir bila gel ji AVMyan danûsitandin nekin. Dûvre Tenha wiha destnîşan kir: “Em rica dikin bila gelê Êlihê berê xwe bide esnafên biçûk. Em dixwazin bila dev ji mexazeyên firotinê û zincîrên marketan berdin. Bila cem esnafên biçûk danûsitandin bikin. Lewra niha rewşa esnafê me pirr xerab e. Nikarin kirê û çekên xwe bidin.” (ÎLKHA) 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir