Gelek seferên THYyê betal bûn
Ji ber şert û mercên hewayî ya neyînî seferên xeta hindir û derve ya îro ya tarîfeya 113an hatin betalkirin.
Gor daxuyaniya ku ji teref THYyê ve hat dayîn ji ber barîna berfê, cemed û baya li balafirgehên Ataturk a Stenbolê û Sabîha Gokçen gelek sefer hatine betalkirin.
Di daxuyaniyê de hat ricakirin bila rêwî beriya seyahetê rewşa herî dawî ji malpera www.thy.com an jî nimreya 444 0 849 hîn bibin. (ÎLKHA)