Di operasyona PKKê de 6 mamoste hatin girtin
Li navçeya Qosera Mêrdînê 6 mamosteyên ku di operasyona PKKê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin berî vê çendakî 15 mamoste di operasyonên PKKê de hatibûn binçavkirin. Ji van 15 mamosteyan 6 mamoste bi îddîaya ku li gor talîmata PKKê dev ji kar berdane û li ser medyaya civakî propagandaya PKKê kirine ji teref mehkemê ve hatin girtin û mamosteyên din jî bi şerta kontrola edlî hatin serbestberdan.
Navên mamosteyên ku hatin girtin; E.E, M.A, B.Î, M.S.U, Y.B.O û A.D. Navên yên ku hatine serbestberdan; M.B, F.O, A.C, M.D.A, B.Ç, O.T, B.B û E.U.(ÎLKHA)