• DOLAR 32.579
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2462.58
  • ...
Nexweşiya Yusufiyê ku ev 17 sal e girtiye lê zêde kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeyhmuz Alpsoyê ku nexweşiya wî lê zêde kiriye a niha di Girtîgeha Tîpa Fyê ya 2an a Tekîrdagê de dimîne. Alpsoyê dema ku nexweş ket ji ber ku di wextê wê de mudaxele lê nehat kirin nexweşiya wî lê zêde kir. Lewra digel ku malbata wî û ew bi xwe jî ji bo nexweşiya wî li nexweşxanê bê dermankirin muracatî îdareya girtîgehê kiribin jî ev daxwaz û muracata wan bênetîce man û ji teref îdareya girtîgehê nehat qebûlkirin.

Hat hînbûn Mehmet Emîn Alpsoyê 70 salî yê ku bavê Şeyhmuz Alpsoy e jî digel hev di heman girtîgehê de ne û  ew bi xwe jî bi nexweşiyeke giran ketiye.

Bav Alpsoyê ku zêde nexweş e nikare bi tena serê xwe karekî bike û ji ber nexweşiyên fitiq û pî jî bi sed zehmetî  birêve diçe. Hat hînbûn divê bav jî wek kurê xwe li nexweşxanê bê dermankirin. Lê belê îdareya girtîgehê destûr nade bav jî.

Kur Alpsoyê li girtîgehê hewil dide ji bo bavê xwe yê nexweş bibe alîkar, lê belê piştî demekê ew jî hîn dibe ku ew bi xwe jî nexweş e. Ji bo ku Şeyhmuz Alpsoy li nexweşxanê bê tedawîkirin û ji bo mexdûriyetên wan bên çareserkirin bang li Wezîrê edaletê kir.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bi Şeyhmuz Alpsoy re 3-4 nexweşiyên cidî peyda bûne. Hat destnîşankirin digel ew çendîn caran ji bo li nexweşxanê bê tedawîkirin serî li îdareya girtîgehê dabe jî ev daxwaza wî hatiye redkirin.

Ji ber ku hejmera mahkûmên ku li girtîgehê dimînin  zêde ye doxtorek li 800 mahkûmî dinihêre. Ji ber vê qelebalixê doxtorê girtîhê eleqeyeke mezin nîşanî mahkûman nade. Bi gotineke din mahkûm bi dorê derdikevin revîrê.

Piştî nexweşiya Alpsoy lê zêde dike wî radikin nexweşxanê. Lê li vê derê jî pê eleqedar nabin û wî cardin dişînin  girtîgehê.  Tê îddîakirin tu kes bi nexweşiya Alpsoyî re eleqedar nebûye û di vê yekê îhmalkarî tê kirin.

Hat hînbûn rewşa Alpsoy a niha nebaş e. Malbata Alpsoyê di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re destnîşan kir bila rayedar mudaxeleyî vê rewşê bikin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir