• DOLAR 32.558
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2458.808
  • ...
"Ji bo wehdeta Mislimanan ihtîyacî bi ziman û serokatiyekî hevpar heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dîroknas Mehmet Çelîk destnîşan kir ku Misliman di dîrokê de pêşewantiya çand û medeniyetê kirine, di navenda cîhanê de ne lê bi taybet haya wan ji vê yekê tüne. Çelîk di vê çarçovê de axivî û bal kişand ser zimanekî hevpar û hişmendiya perwerdehiyê.

Çelîk ragihand ji bo ku dîroka Umeta Îslamê ya navdar û heyama wê ya derbasbûyî were naskirin pêwîst e ku Misliman werin cem hev û li dijî Xerbê bi hêz hereket bikin û ji dabirkirinê xelas bibin. Ji bo vê yekê pêwîst e beriya her tiştî divê ku mifredatekî perwerdehiyê ya nû were sazkirin. Her wiha Çelîk diyar kir ji bo ku Umeta Îslamê bi hêz û quwet bibe divê ku meqama Xelîfetiyê ji nû ve were îhyakirin.

Çelîk diyar kir ku Îslamiyet li Erebîstanê derketiye holê û di dewra 4 Xelîfeyan de li Îran, Mezopotamya û Misrê belav bûye. Çelîk bal kişand ku Îslamiyet di heyama Ebbasî Emewiyan de heta li Ewrûpayê belav bûye û welatên Îslamê pêk hetine.

“Dema ku Ewrûpayî bûn yek Misliman ji hev hatin kirin û perçe perçe bûn”

Çelîk ragihand ku Misliman Îslamiyetê di nav heyamê de heta li Qefqasya, Balkan, Hindîstan û Asyaya Navîn belav kirine û di vî heyamê de bi dehan dewletên Îslamê pêk hatine. Lê bere bere Misliman ji hev bûne. Dûvre Çelîk wiha pê de çû:

“Dema em ber qerna 20an ve hatin dijminên Îslamê di serî de Qraltiya Birîtanyaya Mezin di bin fealiyetên dabirkertiyê zextan li Mislimanan kirin. Dewletên Îslamê yên ku di wê heyamê de qasê tiliyên destekî bûn dûvre bere bere perçe perçe bûn. Bûn dewletên biçûk. Dewletên Îslamê yên ku îro jimara wê 57 e pêk hatine. Di qerna 20 emîn de Ewrûpayî bûn yek. Lê Mislimanan ji hev kirin û wan perçe perçe kirin. Ev proje jî ji bo ku Misliman rehettir werin rêvebirin hat sazkirin.”

“Ji bo îtîfaqa islimanan îhtiyacî bi wehdet û serokatiyê heye”

Çelîk bal kişand ku niyazî bi yekitiya Mislimanan a ku dê bibe wesîla vejînê heye. Dûvre Çelîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “

“Wek nifûs dema ku em îro li erdnîgara ku Misliman dijîn mêze dikin ji her aliyê ve wek navnda dinyayê tê hesibandin. Herêma ku rêya av û ticareta ku em dibêjin enerjî ya Rojhilata Navîn, Rojhilata Dûr û Rojhilata Nêzîk e. Ji aliyê çavkaniyên di bin erdê de dewlemend e. Ji aliyên siyasî û aborî ve Mislimanên ku nikarin ji van derfetan îstîfade bikin ji aliyê aborî, çand û civakê de têketine rewşa herî belengaz ên dinyayê. Pêwîst e ku Misliman demildest ji vê rewşê xelas bibin û wek berê li ser dinê bandordar bibin. Ji bo îtîfaqa islimanan îhtiyacî bi wehdet û serokatiyê heye.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir