• DOLAR 32.558
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2458.808
  • ...
"Ji ber ku perê wî tune wî di nexweşxanê de ranazînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vedat Kayayê ku ji ber şer û qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûra Diyarbekirê mecbûr ma mala xwe terk kir çendîn meh li derve ma. Kaya ji ber vê yekê dûçarê nexweşiyê bûye û ji ber ku perê wî tune nikare tedawî bibe.

Esnafê hawîrdor a ku alîkariya Vedat Kaya dike destnîşan kir ji ber ku perê Kaya tune nexweşxane wî tedawî nake. Esnaf diyar kir pêwîst e ku rêvebir midaxaleya vê yekê bikin.

Vedat Kayayê ku berê li Taxa Savaşa navçeya Sûrê dijiya diyar kir ku malbatekî wî heye û ew 35 sal li navçeya Sûra Diyarbekirê wek hemal xebitiye.

“Ev mehek e ku ez nikarim ji nav nivînê rabim”

Kaya diyar kir ku ew di pêvajoya şerê de li navçeyê dijiya. Dûvre Kaya wiha pê de çû: “Piştî şerê ez ji malbata xwe qetiyam. Ev li semtê Şehîtlîkê di avahiyekî 2 çavî de dijîn. Ev mehek e ku ez nikarim ji nav nivînê rabim. Ez çûm nexweşxanê û min fîlm kişand. Ez ji ber êşa lingê xwe nikarim razêm. Ez 4 roj di acîlê de mam. Bi min re elqeder nebûn. Berê ez dikarîma derketima derve. Lê niha nikarim.”

“Pêwîst e ez di nexweşxanê razêm keko ez perîşan bûme!”

Kaya diyar kir ku ew ji bûyerên li Sûrê wek neyînî bandordar bûye. Dûvre Kaya wiha pêde çû: “Ez 4 meh zivistanê li derve mam. Esnaf ji bo min vê derê eyar kir. Min li nexweşxanê razînin! Ez nikarim îhtiyaciya xwe ya qedemgehê biqedînim. Esnaf li min mêze dike. Xweda ji wan razî bibe. Pêwîst e ez di nexweşxanê razêm keko ez perîşan bûme!”

“Dema ku însanek feqîr bibe divê qey mirov wî bavêje derve”

Ji esnafên ku alîkariya Kaya dikin Îzzet Şîn wiha axivî: “Em hemî mexdûrên Sûrê ne. Rewşa vê hevalê ji ya me xerabtir e. Çi ji destê me hat me kir. Lê tixtor wî ji bo tedawiyê li nexweşxanê ranazînin. Sedema vê çiye? Dema ku însanek feqîr bibe divê qey mirov wî bavêje derve. Xwarin jî tu kes nadê. Wek esnaf em gor derfetên xwe lê mêze dikin. Îro dê em lê mêze bikin. Ya dê kî sibê lê mêze bike. Heke esnaf nebûya niha ew ji zû ve mirîbû. Ji ber ku em jî mexdûrê Sûrê ne nikarin zêde alîkariya wî bikin. Lê rêvebir dikarin lê eleqedar birin û wî di nexweşxanê de razînin. Me di nabeyna xwe de pere berhev kir û jê re derman sitand. Taqeta wî tune da ku nan jî bixwe.”

Şîn wiha pê de çû: “Em wî dibin nexweşxanê. Filîm dikêşin û wî dişînin. Dibêjin tiştekî wî tune. Mala feqîrê xera bûye. Eşyayên wî nemane. Em diçin tixtor ji ber ku kesekî wî tune jê re dibêjin ‘here tu tiştekî te tune.’ Pêwîst e ku illa pere hebe. Mirovahî lazim e, mirovahî! Dewlet perê wan dide lê ew wezîfa xwe pêk naynin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir