• DOLAR 32.507
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2444.034
  • ...
Pêkhatina mucîzevî ya berfa ku çavan îlzam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her sal bi hatine demsala zivistanê nexasim li rojhilatê welêt bi barîna berfê tesîreke neyînî li ser heremê dihêle. Geh rêyên gundan tê girtin û geh jî ceyran qut dibin û hinek caran jî dîsa ji ber berfê li hinek deran mekteb tatîl dibin.

Berfa ku dibarî  ji rexekî ve dibe asteng ku candar ji xwe re xwarinê bibînin lê ji rexê din ve jî berfa ku dibare ji bo biharê û demsalên din dibe wesîleya xêr û bereketê. Her çiqas dema ku qala berfê tê kirin şert û mercên neyînî bên bîra mirov jî taybetiyeke din a berfê heye ku dîqetan celbî xwe dike. Ev yek jî di wan fotografên berfê yên ku hatine girtin de xwe nîşan dide.

Dema ku mirov li fotografên ku hatine girtin dinihêre tê dîtin ku ka libên berfê çi hikmet û xweşikayiyan di nav xwe de dihewîne. Lewra  balkêşiya libên berfê di krîstalên berfê de tên dîtin.

Berf ji bi milyonan krîstalên berfê pêk tê. Krîstalên berfê li tebeqeyên cemed ên di atmosferê de çêdibin. Libên biçûk ên avê yên ku ewr jê çêdibin  dema ku dikevin nava sînorên hewaya ku pileya wan di navbera di bin sifirê de 4-20an de ye her yek ji wan libên avê dibin parçeyên qeşayê. Piştî vê astê rêwîtiya bi mucîzevî ya berfê  ber bi erdê ve dest pê dike.

Krîstalên berfê di mezinahiya 0,1 mm de ye û hemû jî şeş koşe ne. Zanyar diyar dikin mucîzeya şiklê şeş koşe ya berfê  di nava molekula avê de ye.

Hilmên avê ya di nava ewran de di hewaya cemed de bi şikleke bi lez dibin krîstalên berfê, mezin dibin û li gor germahiya hewayê, rewşa bayê û li gor nema hewayê dikevin cûrbecûr şiklan.

Şiklê berfê ya mîna stêrkê di nava dîmenên berfê de ya  ku herî zêde tê dîtin e. Gelek krîstalên şeş koşe tên bal hev  libeke berfê pêk tînin. Krîstala buzê heta ku ji ewrê derdikeve û digihêje erdê seatek wext derbas dibe. Dema ku hewa zêdetir dicemide û û hewa dikeve di bin sifirê de 5 dereceyan  de û dema ku nem zêde be libên berfê mezintir dibin. 

Ji bo berfa ku bariyaye bibe sîpan divê gelek sal ji ser barîna wê derbas bibe. Piştî ku gelek sal ji ser barîna wê berfê derbas bû re ew berf pêşî rengê kesk û dû re jî ya şîn li ser xwe digire û dibe sîpan. Zanyar destnîşan dikin di ya rastiyê de rengê berfê ne spî ye, berf vê rengê xwe yê spî  ji krîstalên berfê werdigre û bi tîrên tavê rengê spî xwe dide nîşandan.

Krîstalên berfê dema ku li hewayê ne qet li hev naqelibin ku ev yek jî qudret û mezinahiya Xweda nîşan dide.  Libên berfê yên ku giraniya wan nîvekî 0,005 gram e ji ber ku karin li berfê îdare bikin hêdî hêdî xwe ber bi erdê ve berdidin.  Di dema me daketinê de ji ber ku krîstalên berfê hevdû dehf didin li hev naqelibin û bi vî awayî xwe berdidin erdê. Lê her çi qas libên berfê nêzî ber bi erdê dibin dibe ku bi tesîra berfê li hev biqelibin. Di vî halî de jî lepe lepe berf dibare.

Ber bi erdê ve barîna mucîzevî ya krîstalên berfê tê bawerkirin ku bi melekan  re dibarin ku ev yek jî di nav xwe de gelek hikmetan dihewîne.(ÎLKHA)



















































Bu haberler de ilginizi çekebilir