Ji bo sazkirina Sûrê ya ji nû ve bingeh hat avêtin
Bingeha ji nû ve ya navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku ji ber şer û pevçûnan texrîb bûbû ji teref Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî ve hat avêtin.
Bingeha ji nû ve ya navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku ji ber şer û pevçûnan texrîb bûbû ji teref Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî ve hat avêtin. Ji bo ku sazkirina ji nû ve ya Peyzaja TOKÎ, Projeya Rekreasyonê, Avahiyên Kevneşopî yên Diyarbekirê û Projeya Peyzaj û Rekreasyonê ya Wadiya Dîcleyê ya yekemîn wek bingeh pêk were bername bat lidarxistin.
Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî, Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, Serokê Şaredariya Mezin ê Diyarbekirê Cumalî Atîlla, Serokê TOBBê Rîfat Hîsarciklioglu, Serokê TOKÎyê Erfun Turan, Serokê Giştî yê Turk-Îşê Ergun Atalay bedarê bernamê bûn. (ÎLKHA)