• DOLAR 32.496
  • EURO 35.003
  • ALTIN 2421.8
  • ...
Nasnameyên kesên di klûba şevê de mirine diyar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku ji xeynî kesek nasnameyên 38 kesên din ên di êrîşa li Ortakoya Stenbolê jiyana xwe ji dest dabûn diyar bûne.

Ji teref Serokatiya Saziya Tiba Adlî ya Wezîrtiya Edaletê ve nasnameyên 38 kesên ku di encama êrîşa  çekdar a li Ortakoya Stenbolê de miribûn hat diyarkirin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin ji 39 kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn nasnameyên 38 kesan diyar bû. 38 kesên ku nasnameyên wan diyar bûne yekê wê Iraqî, 11ê wê Tirk, yekî him hemwelatiyê Tirkiyê him jî yê Belçîkayê cinazeyên 13 kesan piştî ku muemeleyên wan ên otopsiyê qediyan wan teslîma malbatên wan kirin.

Hat ragihandin 25 kesên ku biyanî ne dê cinazên wan îro piştî ku malbatên wan werin Tirkiyê dê teslîmat pêk were. (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir