Wezîr Soylu: 39 kes mirin
Wezîrê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu diyar kir ku di encama êrîşa li Ortakoya Stenbolê hatiye lidarxistin de 39 kes mirine û 69 kes jî birîndar bûne.
Wezîrê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu di derbarê êrîşa li Ortakoya Stenbolê hatiye lidarxistin de daxuyanî da. Wezîr Soylu diyar kir di encama êrîşa li Ortakoya Stenbolê hatiye lidarxistin de 39 kes mirine û 4ê wê giran bi tevahî 69 kes jî birîndar bûne.
Wezîr Soylu wiha diyar kir: “39 kes jiyana xwe ji dest dan. Lêkolîna diyarkirina nasnameyên 18 kesan didome. 15-16 kes biyanî û 5ê wê jî Tirk in.” (ÎLKHA)