Li Sêrtê operasyona PKKê: 6 kes hatin girtin
Li navçeyên Berwarî, Erûh, Baykan û Qurtelana Sêrtê li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin. Ji 20 kesên ku hatibûn binçavkirin 6ê wê hatin girtin.
Ji teref Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ve li navçeyên Berwarî, Erûh, Baykan û Qurtelana Sêrtê li dijî PKKê operasyonên hemwextî hatin lidarxistin.
Di operasyonan de li hinek mal û kargehan lêgerîn hat kirin. Di encama lêgrînê de 20 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Rûhê 6 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqê dadgehê hatin kirin.
Hat ragihandin 6 kesên ku sewqê dadgehê hatibûn kirin bi binasiya “endambûna ji rêxistinê re û alîkarîkirina rêxistinê” hatine girtin. (ÎLKHA)