Li Bedlîsê rêyên hemî gundan hat girtin
Li Bedlîsê ji ber barîna berfê li navenda bajêr tu kar nehat kirin û hemî rêyên gundên girêdayê navend hatin girtin.
Ji doh pê ve berfa ku bê navber li Bedlîsê barî kar û barên li navenda bajêr asteng kir û hemî rêyên gundên girêdayê navend hatin girtin.
Ji bo ku rêyên gundan werin vekirin tîmên Îdareya Taybet bê navber dixebitin. Tîmên şaredariyê jî di navenda bajêr de rêyên ku hatine asêkirin vedikin.
Di navenda bajêr de gelek dikan nehatin vekirin. Hinek hemwelatî jî hewl dan bi derfetên xwe berfên ber mal û dikanên xwe paqij kirine. (ÎLKHA)