• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Li Wanê tetbîqata şapê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Tîmên Xelaskirina Medîkal a Neteweyî ya Wanê ve (UMKE) ji bo ku personelan ji şapê re amade bikin di li navçeya Gevaşa Wanê di tesîsa kaşûmê de tetbîqata lêgerîna birîndarên di bin şapê de, xelaskirin û midaxalekirina wan pêk hat.

Tetbîqata ku pêk hat ji ya rast cuda nebû. Tetbîqat bi 3 kaşbazên ku di binê şapê de mane û xeberdayîna xwediyê tesîsê dest pê kir. Îxbara şapê ji teref UMKEyê ve hat nirxandin û wezîfedarên 16 kesî yên UMKEyê bi ambulansa xwedî palet di demekî kurt de gihaştin ciyê şapê.

Di tetbîqatê de wezîfedar wek lezgîn kesên di bin şapê de mabûn derxistin û wan gihandin nexweşxanê. Bi vî şiklê tetbîqat wer serkeftî pêk hat.Midûrê Şaxa Xizmetên Acîl, Afet û Tendirûstiyê ya 122 ya Wanê Halîs Gokyer diyar kir ku wan di bergeha amadehiyên zivistanê de tetbîqatek pêk anîne.

Gokyer wiha diyar kir: “Me tetbîqata salên 2016-2017an a zivistanê pêk anî. Di bûyerên civakî û rewşa afetan de ji bo ku em bidin nîşandan da çi qas em ji bo zivistanê amade ne me tetbîqatek pêk anî. Me da nîşandan ku dê em li hemberê bûyerên din çawa hereket bikin. Înşaellah tatbîqata me wek serkeftî pêk hat.”

Gokyer diyar kir armanca wan ew bûye ku bizanin gelo ji şapê re amade ne ya ne. Dûvre Gokyer wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Miksê şape çêbû lê tu kes di binî de nema. Bes wesayîtên rêbejê di bin şapê de man. Ji ber ku herêma me her tim bi şapê re rû bi rû dimîne me tetbîqatekî wiha pêk anî.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir