• DOLAR 32.482
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2442.57
  • ...
Pirtûka Se'îdê Nûrsî ya destnivîsî çendîn sal e vedişêre
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê kevnefiroşek pirtûkan Servet Kellecîoglu kitêba bi navê Mektûbat ê Bedîuzeman Se’îdê Nûrsî ya ku bidestê xwe binîsiye 30 sal e mihefeze dike.

Kellecîoglu diyar kir ku di dikanekî biçûk a kêleka Xana Gumrikê ya Dîrokî bi hezaran pirtûkên kevin dihewîne. Kellecîoglu bal kişand ku ew ji xwendina pirtûkan pir hez dike.

Dûvre Kellecîoglu di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Ev nêzî 30 salan e ku ez bi vê karê re mijûl dibim. Mixabin li Entabê kevnefiroşî nema. Em tenê ne. Ev îş normal e. Lê eleqeya zêde ji vê yekê re tune. Kesên pirtûk dixwînin neman e. Bes kesên ku her tim tên û dostên me hene.”

Kellecîoglu diyar kur ji ber ku ew pirtûka Mektûbatê ya di sala 1950yan de hatiye nivîsandin cem xwe dihewîne pir bextewar e. Dûvre Kellecîoglu wiha pê de çû: “Di piyasê de berhemên Rîsale-î Nûrê yên ku wek Osmanî hatine nivîsandin gelek in. Lê ji xeynî vê yekê nusxeyên ewil ên bi destan hatine nivîsîn û zêdekirin jî di destê me de hene. Heta ji destê me tê em hewl didin ku van mihefeze bikin. Em van berheman didin kesên ku ji vê yekê re eleqedar in. Di destê me de Rîsale-î Nûr ên ku 50-60 sal e hatine nivîsîn hene.”

“Pirtûkên 400 salî tên wira”

Kellîcîogluyê diyar kir ku ew ji xwendina pirtûkan pir hez dike wiha li axavtina xwe zêde kir: “Carinan di nav pirtûkên kevin de yên destnivîs ên dîrokî jî hene. Ji xeynê vê yekê em ji pirtûkxaneyan pirtûk distînin. Pirtûkên xoce û mezinên me yên ku wefat kirine distînin. Ji xeynê vê yekê carinan pirtûkên destnivîsî yên giran baha jî têkevin destê me. Pirtûkên 100, 150, 200 heta 400 salî tên wira. Carinan di nav van de berhemên bi qîmet derdikevin.”

“Agahiyên ku ji komputeran tên daxistin qetiyen ciyê pirtûkan nagirin”

Kellecîoglu bal kişand ku di van demên dawî de di rêjeya xwendina pirtûkan de kêmasî çêbûye. Dûvre Kellecîoglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dîsa kesên ku pirtûk dixwînin hene. Hinek ji wan jî nizanin ku çi dixwînin. Pirtûkên zanistî naxwînin. Pirtûkên wek roman dixwînin. Tu tiştekî ciyê pirtûkê tîje nake. Agahiyên ku ji komputeran tên daxistin qetiyen ciyê pirtûkan nagirin. Lewra dema ku di kompütere de tê xwendin di hişê mirov de namîne.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir