• DOLAR 32.583
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2455.792
  • ...
Yapicioglu di derbarê suîqasta sefîrê Ûris de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di derbarê suîqasta Sefîrê Ûris ê Enqerê Andrey Karlov de daxuyanî da.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi wesîla salvegera damezrandina partiya xwe ya 4 emîn beşdarê bernameya ku ji teref Serokatiya Bajêr a Êlihê ve di Salona Konferansa Midûrtiya Turîzmê ya Çanda Bajarê Êlihê de hat lidarxistin bû.

Yapicioglu di derbarê êrîşa ku li Sefîrê Ûris ê Enqerê Andrey Karlov hat kirin de axivî û bal kişand ser wextê suîqastê. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Sibê dê li Moskovayê hevdîtina Tirkiye-Îran-Ûris pêk were. Dê pêk bê ya en we jî ne diyar e. Lewra saetek berê Sefîrê Ûris li Enqerê dema di pêşnumayê de ye sûîqastekî çekdar lê tê kirin û dimire. Dê ev hevdîtin pêk were an ne nediyar e. Kendî di derbarê tefandina vê agira fitneyî de gav were avêtin da ku xwîna mezlûman bisekine hinek kes derdikevin ji bo ku ev pêk neyê tiştên ku vê yekê bidin sekinandin lidar dixin. Hinek lez bikin ku kesên hewl didin vê yekê bidin sekinandin zêde firset nebînin. Zêdetir zayîat nedin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir