Li Venezuelayê ji guherîna banqotan re bertek
Li Venezuelaya ku bi qeyrana îqtîsadî re mucadele dike piştî ku banqotên 100 bolîvarî ji tedavulê hatin rakirin re xwepêşan dest pê kirin, di xwepêşanan de 300 kes hatin binçavkirin.
Li Venezuelayê ji bo ku bi kesên ku karê bazara neqanûnî dikin re mucadele bê kirin banqotên 100 bolîvarî ji tedavulê hatin rakirin. Piştî rakirina banqonotan, Venezuelayî ji bo guhertina pereyan li devê banqeyan bûn rêz. Lê ji ber ku banqonotên nû neşandine banqeyan, li 6 bajêran xwepêşan hat lidarxistin.
Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro di debarê mijarê de daxuyaniyek da. Maduro di daxuyaniya ku da de destnîşan kir di xwepêşanên ku tê de market û kargeh hatine şelandin de ji zêdetirî 300 kesan hatin binçavkirin. Maduro di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir guhartina banqonotan ji ber bazara neqanûnî hatiye kirin û Venezuelayiyên ku xwepêşan li dar xistine ji Serokê DYEyê Barack Obama talimat standine. (ÎLKHA)