Serokomar Erdogan di derheqê Helebê de bi Putîn re axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn re di derheqê geşedanên dawî yên li Helebê de axivî.
Di hevdîtina ku hat kirin de qala mişkîleyên li ber tahliyeyên li Helebê hat kirin û hat destnîşankirin pêwîst e demildest mişkîleyên li ber tahliyeyan bên çareserkirin.
Putîn di hevdîtina ku hat kirin de ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê, pêşniyaza Kazakîstanê dûbare kir û her wiha êrîşa bombeyî ya li Qayseriyê şermezar kir û serxweşiyên xwe anî zimên.(ÎLKHA)