• DOLAR 32.477
  • EURO 34.762
  • ALTIN 2443.77
  • ...
"Ev êrîş ji welatên Xerbê xweser nînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Qyserî yê HUDA PARê M. Samî Goktaş di derbarê êrîşa li Qeyserî ya ku bû sedema mirina 14 kesan û 3yê wê jî giran bi tevahî 55 kesên birîndar de mirxandin kir.

Goktaş wiha destnîşan kir: “Beriya her tiştî bila serê gelê me xweş bibe. Xweda rehma xwe li kesên mirîne bike, Xweda sebr û sebatê bide xizmên wan û Xweda şîfa jibirîndaran re bişîne. Înşaellah demildest dê baş bibin. Êrîşekî wekê ya li Stenbolê pêk hatibû li Qeyserî hat lidarxistin. Ev êrîş li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Li ciyê ku mirovahî xelas dibe teror dest pê dike. Ev şewata pêk hatiye ya hemî civakê ye. Mimkûn nîne ku ev yek bê qebûlkirin.”

Goktaş bal kişand ku ev êrîş wek organîze tên kirin û ji welatên Xerbê xweser nînin. Dûvre Goktaş wiha pê de çû: “Eşkere ye ku ev wek organîze tên lidarxistin. Hêzên emperyalîst hedefek diyar dikin û van êrîşan jî bi destê rêxistinên taşeron pêk tînin. Armanc bes ew nîne ku hinek kesan bikujin. Armanc ew e ku yekitiya vê welat û miletê xera bikin. Ji bo ku aramî xera bibe me berdidin hev û ji bo vê yekê jî çi ji destê wan tê dikin. Di serî de DYE welatên Xerbê di her erdnîgara Îslamê de xwîn dirêjin. Misliman jî pêwîst e ku bihevre hereket bikin. Îro ji ber ku em lawaz bûne li her derê em dibin hedef. Li Iraq, Sûrî, Arakan…”

Goktaş ragihand ku armac bes kuştin nîne. Armanc ew e ku provoqasyonan bikin. Dûvre Goktaş wiha axivî: “Hewl didin ku gel berdin hev. Ez bang li gelê xwe dikim ku bi îtîdal bibin. Pêwîst e ku em bertekên xwe di xêzekî meşrû de bidomînin.” (ÎLKHA) 





Bu haberler de ilginizi çekebilir