• DOLAR 32.455
  • EURO 35.054
  • ALTIN 2418.554
  • ...
HUDA PAR di derbarê êrîşa li Qeyserî de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR di derbarê êrîşa li Qeyserî de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Gelê me xwedî feraset û basîreta ku dikare vê lîstika emperyalîst û ya hevkarê wan xera bike ye.”

Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Em vê hişmendiya ku êrîşê li dar xistiye, tetikkêşên wan, hêzên mehelî û kereyi yên ku piştgirî dane vê yekê û kesên ku ji vê jî hêviya rantê dike şermezar dikin.” Dûvre di daxuyaniyê de bang hat kirin pêwîst e ku mirov li hemberê kesên ku qesta jiyana însanan dikin û di nav welatê de hewl didin şerê navxweyî derxin hay ji xwe hebe.

“Gelê me xwedî feraset û basîreta ku dikare vê lîstika emperyalîst û hevkarên wê yên mehelî xera bike ye”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wek êrîşên bombeyî yên din divê êrîşê de jî hêzên emperyalîst hewl didin armanca wek siyasî, leşkerî, derûnî û stratejîjk bidest bixin. Dûvre wiha hat diyarkirin: “Gelê me di serî de Sûrî xwedî feraset û basîreta ku dikare vê lîstika di erdnîgara Îslamê de ya emperyalîst û hevkarên wê yên mehelî xera bike ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Em êrîşên ku qestê însanên me dikin û hêzên şerê û maşeyên wê şermezar dikin û temenî dikin ku jimara miriyan zêde nebe.” Dûvre rehmet ji kesên ku mirine re hat xwestin û serxweşî li malbatên wan hat dayîn. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir