• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
 "Şaredarî avahiya ku destûr dabûyê xera kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Beşyola navenda Çewlîgê esnafê masîgirên ku dikanên wan xera bûne destnîşan kir ku şaredariyê bi xwe ji bo avakirina wê destûr daye û hatiye avakirin dûbare xera kiriye. Ji ber vê yekê wan wate nedane vê yekê.

Ji Esnafan Ahmet Burkek diyar kir ku qada dikanên ew tê de esnaftî dikin Serokê Şaredariya Çewlîgê Yucel Barakazî bi xwe daye wan. Dûvre Burkek wiha diyar kir: “Me di kolanan de masî difirot. Ji me re got ‘hûn di kolanan de masî nefroşin. Ji vir pê ve dê hûn li vir bifroşin.’ Lê bang li me kir em çûn civînê û ji me re got ‘cem me pere tune, hûn saz bikin. Ji bo demekî jî kirê nedin.”

Burkek diyar kir ku wan di derbarê vê yekê de teblîxat hilnedane û rêvebiran bersivekî erênî nedane wan. Burkekê ku rahihand ew ji vê yekê gilîdar bûne dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me destûra sazkirinê ji şaredariyê sitand. Şaredarî bi polêsan re hat li vir da me. Me bi xwe saz kir û qedand. Serokê şaredariyê bê teblîxat tîman bi polêsan re şand vira. Me ji polêsan re got destûra we ya xerakirinê heye. Wan gotin ne û dûvre çûn. Me xwest kur em serokê bibînin. Lê rendewû neda me. Dûvre qet daxuyanî nedane hatine xera kirine.”

“Me avahiyê wek qeçax saz nekiriye dê em heta dawî mafê xwe biparêzin”

Burkek diyar kir ku ew mexdûr bûne û dê ew mafên xwe biparêzin. Dûvre Burkek wiha pê de çû: “Me avahiyê wek sazî qeçax saz nekiriye. Me 7 kesan bi hev re saz kir. Bi xebatkeran re em 30-40 malbat jî îstîxdam dikin. Ez li navenda bajarê ev meh û nîv e ku avahî saz dikim. Heke min avahiyekî qeçax saz kiribe were xera bike. Dê em heta dawiyê mafên xwe biparêzin. Serokê şaredariyê vira xera kir.”

Mehmet Dendeş jî wiha axivî: “Ev mehek e li vir hewl didin. Çima nehatin tiştekî negotin? Çim vê derê dan? Bila nedabûna. Esnaf 20 hezar TL deyn kiriye.” (ÎLKHA) 















Bu haberler de ilginizi çekebilir