• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Em temenî dikin agirbesta ji bo tahliyeya siwîlan pêk hatiye bidome"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Zanîngeha Dîcleyê beşdarê kermesa ku ji teref 9 kluban ve ji bo siwîlên li Helebê lidarxistine bû. Yapicioglu bal kişand ser drama mirovahiya ku li Heleba Sûrî tê dîtin wiha ragihan: “Em temenî dikin agirbesta ji bo tahliyeya siwîlan pêk hatiye bidome.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Alîkarê Serokê Giştî Vedat Turgut, Serokê Bajarê Diyarbekirê Şeyhmus Tanrikulu û lijneya bi wan re li Zanîngeha Dîcleyê beşdarê kermesa ku ji teref 9 kluban ve ji bo siwîlên li Helebê lidarxistine bûn û piştgiriya aborî dan kermesê.

Yapiciogluyê piştî nimêja înê beşdarê kermesê bû daxuyanî li wir da û bal kişand ser drama li Helebê. Yapicioglu diyar kir ku di serî de Heleb Xweda alîkarê heçmî mazlûmên li dinê bike. Dûvre Yapicioglu wiha axivî: “ Roja ku şerê Sûrî dest pê kiriye bes li Helebê ne li gelek bajarên Sûrî însan dûçarê zûlmê bûne. Lê di van rojên dawî de Heleb di rojrvê de cî girt. Lê ev demek dirêj e ku zûlm hebû. Xweda alîkariya wan bike. Li vir li Zanîngeha Dîclê di Fakulta Îlahiyatê de 9 klubên ji hev cûda li ser navê ciwantiya Misliman hatine cemhev û kermes li darxistine. Me got bila piştgiriya me jî ji vê yekê re hebe. Ez kesên ku vê kermesê lidarxistine tebrîk dikim. Xweda xêra wan qebûl bike.”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Helbet dibe ku Umet bibe yek. Lê pêwîst e ku berê werin cemhev, vê bînin ziman û baweriya wan bi vê yekê hebe. Heke baweriya wan bi vê yekê hebe û di derbarê vê yekê de gav bê avêtin dê berdewama wê were. Lê vê rewşa ku wek bêçaretiya hînbûyî tê zanin têxistine hûşê me. Dê Umet çawa were cemhev? Ez jî ji kesên ku vê yekê dibêjin re wiha diyar dikim: “Ewrûpa di qerna borî de bi 2 cengan re rû bi rû ma. Ji hev nêzî 100 milyon însan kuştin. Dûvre hatin cemhev. Sînorên di nabeyna xwe de rakirin. Perê hevpar bikaranîn. Niha em ji wan re dibêjin Yekitiya Ewrûpayê.”

“Dê mutleqe rojek Umet were cemhev”

Yapicioglu destnîşan kir ku dê mutleqe rojek Umet were cemhev. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi hezaran tiştên me hevpar in. Kitêba ku em bawerî pê tînin ji me re biratiyê emir dike. Agir li kêleka çalê ye û em dibêjin ku bi lutf û kerema Xweda dê em xelas bibin dê çima wek Umeta Hz Muhammed em neyên cemhev. Dê mutleqe rojek Umet were cemhev.” (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir