Neçîrvan Barzanî: Bila PKK ji Şengalê derkeve
Serokwezîrê Herema Kurdistanê Neçîrvan Barzanî destnîşan kir pêwîst e PKK ji Şengalê derkeve.
Serokwezîrê Herema Kurdistanê Neçîrvan Barzanî destnîşan kir hebûna PKKê ya li Şengalê dibe sedema bêîstîqrariya heremê û pêwîst e PKK ji Şengalê derkeve.
“Îro hebûna PKKê ya li Şengalê li heremê dibe sedema bêîstîqrariyê.”
Serokwezîrê Herema Kurdistanê Neçîrvan Barzanî beşdarî Konferansa Piştî Xweseriyê Kurdistan bû û di konferansê de axavtinek kir. Barzanî di axavtina xwe ya ku di panelê kir de destnîşan kir bila PKKê ji Şengalê derkeve û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro hebûna PKKê ya li Şengalê li heremê dibe sedema bêîstîqrariyê. Ji sedemên ku Şengal ji nû ve nayê înşakirin yek jî hebûna PKKê ya li wê derê ye û ev yek jî rastiyek e. Lewra xelk ji dahatûya xwe ne bi bawer e û ji ber vê yekê venagere. Divê PKKê vê yekê fêm bike; divê ji bo feydeya xelkê ji heremê derkeve. Pêwîst e xelkê Şengalê bi xwe qerar bide ka ew ê çawa bên îdarekirin. Ew hêzên ku mudaxeleyî Şengalê kirine divê li wir nemînin. Li gor me hewce nake PKK li Şengalê bimîne û pêwîst ji wê derê derkeve.”
” A niha ew birêvebiriya ku wê derê îdare dike teqez dîktator e.”
Barzanî di berdewama axavtina xwe de geşedanên ku li herema Kurdistana Sûriyê ya ku di bin kontrola PYDya niçika PKKê de ye de diqemin nirxand û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em eleqe xwe ji karê wan a hundir nayînin. Em dixwazin milletê me yê li Kurdistana Suriyê dijîn heqê xwe bi dest bixin. A niha ew birêvebiriya ku wê derê îdare dike teqez dîktator e. Ev îdareya li wê derê ye bawer bikin tiştên ku Esed nekir wan bi xwe li milletê me kirin. Ne ji partiyeke siyasî re destûrê didin û ne jî ji xelkê re. Însanan davêjin girtîgehan. PKK di şexsê Kurdên Rojava de dixwaze meşrûtiyetê qezenc bike. Dev ji qezenckirina meşrûtiyetê berdin PKK bi wê siyaseta xwe ya çewt û şaş wan bidestxistiyên ku dê milletê me dê di dahatûyê de bidest bixin ji holê radike.”
Ji bilî van daxuyaniyên Barzanî di derbarê hebûna PKKê ya li Şengalê de ji teref Wezareta Karên Derve ya DYEyê ve jî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin pêwîst e PKK li Şengelê nebe xwediyê tu peywirê.(ÎLKHA)