Mal di bin berfê de man
Li Bidlîsê ji ber berfa dijwar a ku ev 3 roj e berdewam dike malên yek qetî di bin berfê de man.
Hat ragihandin li Bidlîsê ji ber berfa dijwar a ku ev 3 roj e berdewam dike malên yek qetî di bin berfê de man. Her wiha rêya 350 gundan ji ber berfê hat girtin.Li Mutkî, Hîzan, Exlat, Adilcewaz û Tatwanê mekteb ji bo rojekê hatin tatîlkirin.
Ji ber barîna berfê li navenda bajêr hazirê metro û nîv û li derên bi çiya jî nêzî 2 metroyan berf bariya. Xwediyên malan hewil didin devê derîyên malên xwe vebikin û her wiha yekîneyên şaredariyê jî kolan û sikakan paqij dikin û berfê dimalin.(ÎLKHA)