Operasyona PKK û MLKPyê: 8 binçavî
Di operasyonên ku li Êlihê li dijî PKK û MLKPyê hatin lidarxistin de 8 kes hatin binçavkirin.
Di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve tê birêvebirin de li Êlihê li dijî PKK û MLKPyê operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên ku li navend û li navçeya Gercewsê hatin lidarxistin de di ser 20 malan de di heman wextî de hat girtin. Di serdegirtinên malan de 8 kesên ku di nava PKK û MLKPyê de beşdarî fealîyetan dibin hatin binçavkirin û ji bo 12 kesên ku di derheqê wan de qerara binçaviyê heye bên girtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)