Koncaya HDPyî hat girtin
Parlementera HDPyî ya Sêrtê Besîme Konca ji teref mehkemê ve hat girtin.
Besîme Koncaya ku li Enqerê hatibû binçavkirin û dû re bi şerta kontrola edlî hatibû serbestberdan ji ber îtîraza dozgeriyê cardin hat binçavkirin û piştî darizandinê hat girtin.
Parlementera Sêrtê Besîme Koncaya ku li Enqerê hatibû binçavkirin û dû re bi şerta kontrola edlî hatibû serbestberdan; ji ber ku Serdozgeriya Komare ya Êlihê îtîraz kir cardin hat binçavkirin û piştî darizandinê ji ber sûcên ‘endambûna rêxistina çekdar a terorê û kirina propagandaya rêxistina terorê’ hat girtin.(ÎLKHA)