• DOLAR 32.46
  • EURO 34.754
  • ALTIN 2435.993
  • ...
 "Me zen kir ku balafira rêwiyan ket"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Balafira şer a F-16an dema ku xwe li erdê didanî ji ber sedemeke nediyar ket erdê. Li gor agahiyan tu tişt bi pîlotê balafirê  nehatiye. Kesên ku ewil çûn cihê bûyerê qala rewşa cihê bûyerê û tiştên ku li wê derê qewimîne kir.

Erhan Açilê ku şahidê bûyerê ye destnîşan kir dema ku balafir ketiye ew li mala xwe rûdinişt  û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em li malê rûdiniştin. Zarok hatin û gotin ku balafir ket. Me jî zen kir ku balafira rêwiyan ketiye û em tirsiyan. Hema bi bayê lezê em çûn cihê bûyerê. Cara ewil em çûn cihê bûyerê. F-16 bû, perçe perçe bûbû. Me dest bi lêgerîna pîlotê balafirê kir. Em nizanibûn çend kes in. Dû re ambûlans hatin. Berê xwe dabûn ciheke xelet. Me li wan geriya û me rê ji wan re tarîf kir. Hemû tişt bûbû piçik û parî. Em çûn ba pîlotî. Hemd ji Xwedê re ku pîlot sax bû. Pîlotekî tenê hebû û ew jî mêr bû. Dema ku balafir ket gelekî deng derket. Temamê gund rabû ser piyan. Ez zen dikim ev êrîş e, ev der gund e.”

Di derbarê mijarê de Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş dest nîşan kir tiştek bi pîlot nehatiye  û balafir jî ya perwerdehiyê ye.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir