• DOLAR 32.45
  • EURO 34.768
  • ALTIN 2439.955
  • ...
Gelek kes beşdarê "Îmtîhana Mealê ya Nifşên Qur'anê bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Nifşên Qur’anê li gelemperê Tirkiyê bi navê ‘Îmtîhana Mealê ya Nifşên Qur’anê’ bo coş û kelecan hat lidarxistin. Bi10 hezaran zêdetir kes beşdarê îmtîhanê bûn.

Sekreterê Giştî yê Platforma Nifşên Qur’anê Salîh Guzel derbarê mijarê de daxuyanî da.  Guzel diyar ku îmtîhan li gelemperê Tirkiyê îmtîhan di 46 bajêr û ji sedan navçe û gundan de pêk hat. Dûver Guzel wiha diyar kir: “Îmtîhana me di 2 qategoriyan de pêk hat. Di qategoriya yekemîn de 60 pirs ya 2 yemîn de jî 80 pirs hat amadekirin. Şmtîhan 90 deqîqe ajot. Gelek kes beşdarê îmtîjhanê bûn.”

Guzel diyar kir ku îmtîhanê ji Êlihê koordîne kirine. Dûvre Guzel wiha pê de çû: “Îmtîhana ku li gelemperê Tirkiyê hat lidarxistin di saet 10.30an de dest pê kir û di 12.00an de qediya. Em bi hemî herêman re wek koordîne di têkiliyê de ne. Heta niha di derbarê îmtîhanê de rewşekî neyînî tune. Tablo me kêfxweş dike. Nifşa nû ya ku mezin dibe Qur’anê nas dike.”

Guzel ji kesên ku keda wê di îmtîhanê de heye re teşekûr kir. Dûvre wiha li axavtina xwe anî: “Wek Navenda Giştî ya Platforma Nifşa Qur’anê em ji hemî birayên xwe re teşekûr dikin. Her wiha Xweda ji birayên me yên ku ji bo îmtîhanê ji Edîrnê heta Îdirê xebitîne razî bibe. Ev tablo bi xwe çênabe. Di pêkhatina vî tabloyê de keda dildarên me zêde ye. Rastî ji xwe mîmarê eslî ew in. Bi wesîla vê yekê re em ji dildarên xwe yên ji Îdirê heta Edîrneyê re teşekûr dikin.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir