• DOLAR 32.474
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2419.736
  • ...
Ji Evîndarên Pêxember peyama Qendîla Mewlîdê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Teref Navenda Giştî ya Evîndarên Pêxember ve bi minasebeta Qendîla Mewlîdê ya êvara yekşema Meha Rebî’ul Evvelê peyamek nivîskî hat weşandin.

Di peyama ku hat weşandin de hat bibîranîn ji bo ku jiyana Hz Muhammed (as) baş were fêmkirin û were xwendin dê di 29ê Çileya Paşîn a sala 2017an de wek 4 qategorî bi temaya ‘Wî bixwîne, Wî bijî’ îmtîhan çêbe.

Di peyamê de wiha hat diyarkirin: “Di heyama ku kâînat di nav tarîtiyê de bû Rêberê me Hz Muhammed (as) hat dinê. Di salvegera hatina Wî ya dinê em ji nû ve derk dikin. Hatina Hz Muhammed roja hîdayet û xelasiyê ya ku wek pêxember hatiye şandin ji bo mirovahiyê nîmeta herî mezin e. Wezîfa me Mislimanan a eslî ew e ku em tama vê nîmetê bizanin, şûkrê vê yekê bikin, xwedî li vê dîna ku Hz Muhammed (as) ji me re aniye derkevin û Wî bijîn. Ji ber vê yekê wek Evîndarên Pêxember dê em di 29ê Çileya Paşîn a sala 2017an de wek 4 qategorî bi temaya ‘Wî bixwîne, Wî bijî’ îmtîhan lidar bixin. Em hêvîdar in ku gelê me beşdarê îmtîhanê bibe.”

Peyam wiha hat domandin: “Îro alema Îslamê di nav tefrîqayê de ye. Ev yek jî îştaha emperyalîzman zêde dike û yekitiya Mislimanan xera dike. Di qonaxa ku em tê de ne de dijminên însanan ji tefrîqaya Umetê fayde dibînin û xwîn di axên Îslamê de dirêjin û bi vê yekê saltanata xwe xorttir dikin.”

Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin heta ku jiyana Hz Muhammed (as) baş neyê fêmkirin xelasî tune. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Çareya xelasiya ji tarîtiyê ya însanan ew e ku mirov peyama îlahî ya ku Hz Muhammed (as) aniye baş fêm bike. Xelasiya Mislimanên cîhanê ew e ku mirov xwe li rêya Hz Muhammed (as) bigire û biratiya Îslamê saz bikin. Mi minasebeta Wîladeta Nebî em temenî dikin ku aramî û aşitî were alema Îslamê, dawî li tefrîqaya di nabeyna însanan de were û îttîhad pêk were. Bi minasebeta vê yekê Qendîla Mewlîdê ya alema Îslamê pîroz bibe.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir