• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
"Mekanîzmayekî ya ku ji Xerbê hesab bipirse tune"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku çûbû Xarpêtê li Xarpêtê di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da. Yilmaz bi minasebeta Roja Mafên Însanan a 10ê Berfanbarê rojevê nirxand û destnîşan kir ku Xerb terma mafên însanan ji bo ku berjewendiyên xwe biparêze bikar tîne.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku çûbû Xarpêtê li Xarpêtê di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da. Yilmaz bi minasebeta Roja Mafên Însanan a 10ê Berfanbarê rojevê nirxand û destnîşan kir ku Xerb terma mafên însanan ji bo ku berjewendiyên xwe biparêze bikar tîne.  Her wiha Yilmaz bal kişand ku di Doza Mavî Marmarayê de îhlalkirina mafên însanan heye.

“Dema ku Xerb mafên însanan îhlal dike mekanîzmayekî ya ku jê hesab bipirse tune”

Yilmaz wiha destnîşan kir: “Mafên însanan di çarçova berjewendên Xerbê tê bikaranîn. Lê terma ku em wekê mafên însanan didin navandin beriya Xerbê hebû. Çanda mafên însanan a medeniyeta Îslam û erdnîgara me berê jî hebû. Me bi gotinên Xerbê mafên însanan nas nekiriye. Gor baweriya me di dewra Hz. Peygamber (as) derketiye holê. Çavkaniya me wira ye. Xerb, bi taybet termên demokrasî, mafên însanan û yên wekê van ji bo ku hest û berjewendiyên xwe biparêzin avêtiye holê. Baldar bibin! Xerb bi hinceta îhlala mafên însanan di erdnîgara Îslamê de midaxala gelek welatan dike. Dema ku Xerb mafên însanan îhlal dike mekanîzmayekî ya ku jê hesab bipirse tune.”

Yilmaz destnîşan kir niyeta Xerba ku terma mafên însanan avêtiye holê qet baş nîne. Dûvre Yilmaz wiha pê de çû: “Heke niyeta Xerbê baş bibûya îro li Guantanamoyê bê pirs û pirsyar bi hezaran însan dûçarê îşkencan nedibûn. Kesên ku bi pê xwe diçin lêpirsînê li ser sedyê tên. Xerba ku xwe wek parêzvanê mafa însanan dihesibîne dema ku berjewendiya wê heye vê mafê ji holê radike.”

“Doza Mavî Marmarayê esil niha dest pê kiriye”

Yilmaz di derbarê Doza Mavî Marmarayê ya ku di encama peymana di nabeyna Îsraîl û Tirkiyê de hat betalkirin de nirxandin kir. Yilmaz wiha pê de çû: “Doza Mavî Marmarayê ji ber ku niha gor konjonktura siyasî hereket dike hat betalkirin. Pêwîst e ku Tirkiye û Mislimanên dinyayê vê yekê bizanin; ‘tu wextê mirov li dewlet û hikûmetan ewle nabe û micadele nade. Dibe ku micadeleya mafên însanan bibe. Lewra rê, rêbaz û îlkeyên dewletan tune. Berjewendên wan hene. Çawa roja ku ev doz dest pê kir hikûmet piştgirî da vê dozê bi heman şiklê dev ji piştgiriya xwe berda. Doza Mavî Marmarayê esil niha dest pê kiriye.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir