• DOLAR 32.542
  • EURO 34.855
  • ALTIN 2444.345
  • ...
Wezîr Soylu: 29 kes jiyana xwe ji dest dane 166 birîndar in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîr Soylu destnîşan kir bûyer doh di derdora 22.30yan de piştî ku alîgirên Beşîktaş û Bursasporê ji hawîrdor dûr dibin wesayîta bombebarkirî li ciyê tîmên hêzên çewîkê tê teqandin. Di encamê de 29 kesên jiyana xwe ji dest dane sewqê Saziya Tiba Adlî hatine kirin û 166 kes jî birîndar bûne.

Soylu wiha diyar kir: “Bi mekanîzmaya destî tê teqandin û şehîd û birîndar çêdibin. Di di heman deqan de piştî 45 saniyan li Parka Maçkayê dîsa xwekujekî yê ku fikra me ew e ku têkiliya wê bi teqîna din re heye ji teref polêsan ve tê ferqkirin. Piştî ku wesayît tê teqandin xwe di nabeyna polêsên ku li wir bi rêk û pêk in de diteqîne.”

Soylu jimara kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane ragihand. Dûvre Soylu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di van her du teqînan de wek dilşewatî em bi xemgîn dibêjin ku niha di Adlî Tibê de 29 şehîdên me hene. 2yê wê siwîl, midûrek ewlehiyê, amîrek ewlehiyê bi tevahî 27 hevalên me yên polês. Heta niha 166 kes hatiye diyarkirin ku birîndar in. Hinek birîndar ji nexweşxanê derketine û ji 23 birîndaran 17ê wê di emeliyatê de ne. 6ê wê xedar in. Heta niha di çarçova operasyonên ku di vê êrîşç de hatine kirin de 10 kes hatine binçavkirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir