• DOLAR 32.494
  • EURO 34.726
  • ALTIN 2405.502
  • ...
Rûsya ji bo Esed  'Eskerên Çeçen'  dişîne Sûriyê!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji rexekî ve li Helebê êrîş him ji hewayê û him jî erdê bênavber berdewam dikin û ji rexê din ve derket  holê ku Rûsya ji bo li Heleba ku qetlîam lê tên kirin destekê bidin rejîma Esedê  yekîneyeke taybet a eskeriyê ya ku Çeçeçan pêk tê û girêdayê Qadîrov in şand Sûriyê.

Di qeyda deng û vîdeoyê ya ku li ser medyaya civakî hatiye parvekirin de  tê dîtin Miftiyê Çeçenîstanê Salîh Mecîdov ji eskerên Çeçen ên ku dê biçin  Sûriyê û li wê derê herb bikin re telqînan dike.

Daxwaza Rûsyayê ya yekîneya eskeriyê ji teref Remezan Qadîrov ve bi leza bayê hat amadekirin  û her wiha ji bo ji eskerên ku dê bên şandin telqînên dînî bên kirin jî Miftiyê Çeçenîstanê Salîh Mecîdov hat wezîfedarkirin.Her wiha di dîmenan de tê dîtin ku keşeyekî ku girêdayê Dêra Ortodoksê ya Rûsyayê ye jî berî ku eskerên Çeçen biçin Sûriyê hatiye wan ziyaret kiriye.

Hûn ji bo Mislimanan mihafeze bikin diçin!

Di videoya ku hatiye weşandin de ji eskeran re ji Hz. Omer, Hz. Xalid û Hz. Alî mînak tên dayîn û ji wan re tê gotin ew axên ku hûn ê li wê derê li dijî muxalifan şer bikin pîroz in û hûn ji bo Mislimanan mihafeze bikin diçin Sûriyê.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin eskerên  Çeçen dê li Sûriyê li pêşiya eskerên Rûsî li cihên ku şer li wan deran dijwar in şer bikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir