• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Kanîreşê zehmetiya ceyranê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber qutbûna ceyranê nexweşên diyalîzê zehmetiyê dikşînin.Lewra ji ber ku mekîneyên diyalîzê bi ceyranê dixebitin nexweş bi mirinê re rûbir dimînin.Her wiha ji ber qutbûna ceyranê kesên ku li gundan dimînin berê xwe dan dikanên telefonfiroşên li navçê da ku telefonên xwe şarj bikin.Dikandarekî telefonfiroş bi maseyên ku daniye devê dikana xwe ji şarjkirina telefonên gundîyan re dibe alîkarî.

Pervî Çevîkê ku ehle gundê Çatakê ye di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev heft roj e ku li gund ceyrana me tuneye, em di kîjan qernê de dijîn?Ger ku demên berê bana me lambeyên gazê distand û me derdora xwe ronî dikir.Têkîliya me bi derdorê re qut bûye, em nikarin telefonên xwe şarj bikin, şebeke nîne, em nizanin çi bikin.”

Sîncar Poyrazê Muxtarê gundê Suçatiyê jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Li herema me 18 gund hene û nexweşên me yên diyalîzê hene.Ev heft roj e  ku ceyranên me nîne.Ev bi salan e ku em mişkîleya ceyranê dijîn.Him  havînê û him jî zivistanê ceyranên me tuneye.”

Serokê HUDA PARê yê Kanîreşê Yavuz Bîngol jî ji rewşê re bertek nîşan da û wiha axivî: “Şîrketa ceyranê ya li vê derê ji bo zivistanê tu hazirî nekir.Li vî memleketî her tim berf dibare, ev der memleketê zivistanê ye.Di wexteke ku tê de teknolojî gelek zêde pêş ve çûye de nebûna ceyranê ya heft rojan eyb e.Ji bo navçê û 40 gundan tenê 3-4 xebatkar hene, ev xebatkar bênavber dixebitin.Lê belê ev tişt ne karê 3-4 wezîfedarên ceyranê ye.Hinek gundî di nav xwe de pere didin hev û didin kesên ku ji karê ceyranê fêm dikin da ku têlên ceyranê yên ku qut bûne bi hev ve bikin.Nexweşên me yên diyalîzê divê her roj bi mekînê ve bên girêdan, lê belê dema ceyran nîne rewşa wan xirabtir dibe.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir