• DOLAR 32.574
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2460.99
  • ...
"Kesên dixwazin Eshabê Uhdûd fêm bikin bila li Arakan û Helebê mêze bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Stenbolê di Mizgefta Fatîhê de ji bo ku qetlîamên li Arakan û Helebê tên kirin nûnerên Saziyên Civakên Siwîl ên Îslamî û endamên wan nimêja cinazê ya xiyabî kirin û daxuyanî dan.

Gelek kes beşdarê daxuyaniya ku li Mizgefta Fatîhê hat dayîn bûn û di daxuyaniyê de bal hat kişandin kesên ku dixwazin Eshabê Uhdûd fêm bikin bila li Arakan û Helebê mêze bikin.”

“Li Heleb û Arakanê qetlîam û dorpêçkirina herî zalimane ya dîrokê tê kirin”

Daxuyaniyê li ser navê Saziyên Civakê yên Siwîl Şerafettîn Guler xwend. Guler diyar kir ku Misliman di dewrekî pir dijwar a ku ewlehiya mal û canê wan tune de dijîn. Dûvre Guler wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek Umet di gel firehiya ser rûyê dinê em di dewrekî ku ev firehî ji Mislimanan re tê tengkirin dijîn. Em bi rakirina rê û rêbazan navneteweyî û qetlîamên herî zalimane ên tên kirin re rû bi rû mane. Heke şewatên me yên di gelemperê Umetê de heman bibe jî li Heleb û Arakanê qetlîam û dorpêçkirina herî zalimane ya dîrokê tê kirin. Birayên me yên li Arakanê bes ji ber ku Misliman in ji teref Budîstan vê bi îşkence û kuştinên cûr bi cûr tên qetilkirin. Kesên ku dixwazin Eshabê Uhdûd mêze bike bila li zilmên putperestên Bûdîstan vê li Mislimanên tên kirin mêze bikin.”

Guler diyar kir ku di 2 heftiyên dawî de nêzî 800 Mislimanan li Helebê hatine qetilkirin. Dûvre Guler wiha daxuyaniyê domand: “2 hezar û 500an zêdetir birîndar hene lê ne nexweşxanekî heye ku ew tê de razên û ne jî tixtorek heye ku wan tedawî bike. Heke DYE, Ûris û Xerb ji zilm û qetlîameke wiha re dengê xwe dernexe jî Misliman çawa dikarin ji vê yekê re bê deng bimînin. Çawa dema ku birayên me ji teref Budîstan ve tên şewitandin û malên ku ew li disitrin tên xerakirin, bê nan û av dimînin Misliman bê deng dimînin? Pêwîst e ku Umet ji bo vê yekê têkeve hereketê.”

Piştî daxuyaniyê Serokê Bajarê Stenbolê Erdal Elîbuyuk, Serokê Wakfa Umut Kervani Cemal Çinar û Koordînatorê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Abdullah Aslan ji ÎLKHAyê re daxuyanî dan.

“Rewşa ku em tê de ne ji ber bi hêzbûna dijminan nîne ji îxtîlafên ummetê ye”

Serokê Bajarê Stenbolê Erdal Elîbuyuk wiha axivî: “Li Sûrî ev demeke dirêj e ku şer heye. Ez bawer im ku li qadan wek dua û gotin tu tiîtekî nemaye ku nehtiye kirin. Lê di gel vê yekê Misliman ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nav xwe de hêj gavekî neavêtine. Heke em pirsgirêkên di nav xwe de çareser nekin û ji bo çareseriya pirsgirêkên di nav xwe de biçin li deriyên din bixin dê zêdetir canê me bişewitin. Dilê me dişewite. Mirinên ku li Bexda, Heleb, Arakan û derên din çêdibin ji ber îxtîlafên di nav me de ne. Rewşa ku em tê de ne ji ber bi hêzbûna dijminan nîne ji îxtîlafên ummetê ye.”

 “Werin ji bo dawî lê anîna vê yekê bicivin”

Serokê Wakfa Umut Kervani Cemal Çinar di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Îro em qala Mislimanên Arakanê yên ku saxesax tên şewitandin dikin. Ev 6 sal zêdeye ku namusan dane bin piyan û mal hatine şewitandin. Em qala Sûriyeya ku her roj ceset di bin enqazan de derdikevin dikin. Em birayên hevdû yên Misliman in. Heke şewata ku mumînên derên din ên dinyayê dijî em pê nahesin di serî de îmana Misliman û mumînan û biratiya wan bi pirsgirêk e. Umet dişewite. Ey emîrên li ser serê Îslamê! Werin ji bo dawî lê anîna vê yekê bicivin. Ey alema Îslamê! Ey alimên ku dengê xwe dernaxin! Hûn li kû ne? Werin ji bo dawî anîna li vê şewatê bicivin.”

 “Heke em di nav xwe de pirsgirêkan çareser nekin em nikarin beriya vê yekê bigirin”

Koordînatorê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Abdullah Aslan di axavtina xwe de diyar kir ku ji teref hêzên rejîmê ve her roj bombe û danezan davêjin li ser wan. Dûvre Aslan wiha ragihand: “Di van danezanan de ji Mislmanên ku di welatê xwe de ne ev yek tê gotin; ‘Hûn mecbûr in ku ciyên em diyar kirine hûn herin wir. Nexwe dê hûn bimirin. Hûn di mîra dinyayê de jî nînin.’ Ev hezên emperyalîst vê yekê baş fêm kirine. Wan derk kirine ku niha Misliman di xew de ne, dengê xwe dernaxin û bertek nîşan nadin. Ji ber ku vê yekê fêm kirine mixabin di danezanên xwe de ji birayên me re bi rehetî vê yekê diyar dikin. Heke em di nav xwe de pirsgirêkan çareser nekin em nikarin beriya vê yekê bigirin.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir