• DOLAR 32.661
  • EURO 35.39
  • ALTIN 2504.745
  • ...
"Kesên ku qetlîaman dane kirin diyar in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu yê ku doza Yasîn Boru û yên hevalên wî yên ku ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin dişopîne destnîşan kir kesên ku qetlîamên di 6-8an de dane kirin diyar in. Ji ber vê yekê divê ku ew jî bên darizandin.

Niştina 10 emîn a doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgozê ku piştî bangewaziya Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş alîgirên PKK/HDPê derketin kolanan û wan qetil kirin didome.

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikuluyê ji bo ku dozê bişopîne çû Enqerê di nobeta edaletê ya li ber adliyê de axivî. Tanrikulu diyar kir pêwîst e ku kesên ku qetlîaman dane kirin jî daxîlê dosyeya vê dozê werin kirin.

Tanrikulu diyar kir ku heta niha biryareke ya ku gelê Tirkiyê hêvîfar in nehatiye dayîn. Dûvre Tanrikulu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gel di derbarê vê yekê de tiştên ku hêvî dikirin nedîtin. Tmeniya me ew e ku ev niştin bibe mîlad. Pêwîst e kesên ku bang li vê hişmandiya ku di 6-8ê Cotmehê de di herêma me de xwîn herikandin, hewl dan ku şerê navxweyî derêxin, kesên dîndar û şîarên Îslamî kiribûn hedef kirbû jî werin darizandin. Raya giştî ya Tirkiyê di derbarê vê yekê de hêvîdar e.”

Tanrikulu wiha pê de çû: “Kesên ku qetlîaman dane kirin diyar in. Van li ber çavên medyayê bi şiklekî eşkere canî û barbaran de’wetê kolanan kirne û topyekun qesta can û malê gel kirine. Dema ku ev zalim dê derkevin mehkemê înşaellah dê cezaya ku heq dikin bistînin. Raya giştî van kesên ku vê yekê dane kirin ji xwe di wîjdanan de mehkûm kirine û tel’în kirine.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir