• DOLAR 32.701
  • EURO 35.469
  • ALTIN 2479.79
  • ...
Ji bo bîranîna şehîdên 6-8ê Cotmehê ji Mislimanên Arakanî re bîra avê hat vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsîlkarê Enqerê yê Weqfa Arîkariya Însanî ji bo bîranîna şehîdên 6-8ê Cotmehê yên ku di êrîşên ku bi hinceta Kobanî hatin kirin de hatin şehîdkirin ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber êrîşên çeteyên Bûdîst reviyane û  di kampên Bangledeşê de bi cî bûne  re 4 bîrên avê da vekirin.

Temsîlkarê Enqerê yê Weqfa Arîkariya Însanî fotoyên çarçovekirî yê çalên avê li ber Edliyeya Enqerê ji malbatên şehîdan re teqdîm kir.

Temsîlkarê Enqerê yê Weqfa Arîkariya Însanî Mustafa Sînan li ber devê edliyê axavtinek kir.Sînan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew ji roja ewil ve doza ku tê de qatilên şehîd Yasîn û hevalên wî lê tên darizandin dişopînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me  her çi ji destên me hat hewil da ji bo naskirîyên van birayên xwe bikin.Di vê çarçovê de ji bo bîranîna  şehîdên xwe li Bangledeşê ji bo birayên xwe yên ku îxtîyaca wan ji avê re heye re bîra avê vekir.Ji vê yekê armanca me dewam kirina amelên şehîdan e.Ji vê pê ve heta doz bi dawî bibe em ê dozê bişopînin.Lewra mezlûm mezlûm e û zalim jî zalim e.Em wek ÎHHyê dê li ba mezlûman bin.”

Sînan di dawiya axavtina xwe ji malbatên şehîdan re fotografên bîrên avê teqdîm kir.Malbatên şehîdan ji ber vê hesasiyetê ji ÎHHyê re teşekur kirin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir