• DOLAR 34.262
  • EURO 37.629
  • ALTIN 2912.94
  • ...
Zehmetiya rêya xerabe ya nexweş û xizmên wan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nexweş û xizmên wan ên ku diçin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Diyarbekirê diyar kirin ku rêya nexweşxanê xerabe ye. Ji ber vê yekê wan giliyên xwe anîn ziman û ji rêvebiran xwestin ku ev rê werin sazkirin.

Hemwelatiyên xwedî hest diyar kirin ku ew hewl didin rêya xerabe ji hefriyatên înşeatê sererast bikin lê dîsa jî kafî nîne û wan ragihandin ku ev demeke dirêj e ku însan bi zor û zehmetî vê rêyê dimeşin.

 “Ev memleket ya me hemiyan e em xizmet dixwazin…”

Omer Taştekîn diyar kir ku ev 20 sal e ew di rawestgehên nexweşxaneyan de wezîfedar e. Taştekîn diyar kir ku nexweş û xizmên nexweşan mecbûr in ku di vê rêyê de biçin û bên.

Taştekîn diyar kir ku ew hewl didin bi hefriyata înşaetê rê tamîr bikin lê kafî nîne. Dûvre Taştekîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelemperê nexweşên ku tên vir ji derveyên bajêr tên. Ji Siwêreg, Êlih û Cizîrê însan tên. Me merdîwanê ji bo mexweşan çêkir. Me got qe nebe em hinekî alîkariya însanan bikin. Lê kesê rêvebir kî ye bila vê karê baş pêk bîne.”

Mehmet Ariyê ku wek asteng kerr e diyar kir ku ev rê xerabe ye û gel bi derfetên xwe kevir li vê bicî kirine. Dûvre Ari ragihand pêwîst e ku desthilatdar û mitehît vê îşê bikin.

“Ez di rêya nexweşxanê de bi çar lepkan diçim û têm”

Sabîha Okşaka ku diyar kir ew nexweş e wiha belav kir: “Di qapaxa çokên min de platîn heye. Nikarim bi rê ve biçim. Ez bi vê halê xwe ya pîr ve di rêya nexweşxanê de bi çar lepkan derdikevin jor. Dûbare bi çar lepkan têm jêr. Em rêyeke paqij dixwazin. Em dixwazin ku ji nexweşxanê heta rawestgehê di rêya paqij de bimeşin. Otobus heta ber nexweşxanê naçe. Em nizanin da çi bikin.”

Ji xizmên nexweşek Cengîz Çelîk jî wiha pê de çû: “Ji roja ku ev nexweşxane hatiye avakirin heta îro ne di hindirê nexweşxanê û ne jî di derveyê wê de xizmet nayê kirin. Diyar e ku gel di çi halê de ye.” (ÎLKHA) 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir