• DOLAR 34.252
  • EURO 37.603
  • ALTIN 2911.116
  • ...
Civakên Siwîl ên navneteweyî ji bo Sûrî bang li YNyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

223 Saziyên Ciwakên Siwîl ên Navneteweyî yên ku di dinê de navnîşan in li New Yorkê hatin cemhev û bi daxuyaniya ku dan de ji bo Sûrî bang lezgîn li YNyê kirin.

223 Saziyên Ciwakên Siwîl ên Navneteweyî yên bi navê Actîon Aîd Internatîonal, Amnesty Internatîonal, Asîa Forum for Human Rîghts and Development (FORUM-ASIA), Brazîlîan Assocîatîon of NGOs (ABONG), CARE Internatîonal, Caîro Instîtute for Human Rîghts Studîes (CIHRS), Human Rîghts Watch, Internatîonal Rescue Commîttee, Global Centre for the Responsîbîlîty to Protect, Oxfam, Save the Chîldren, Pan-Afrîcan Lawyers Unîon, Physîcîans for Human Rîghts (PHR), World Vîsîon ve ÎHH li New Yorkê hatin cemhev û bi daxuyaniya ku dan de ji bo Sûrî bang lezgîn li YNyê kirin.

Beşdarên ku diyar kirin li Heleba Sûrî drama însantiyê zêde bûye. Wan destnîşan kirin ku li Sûrî sûcê mirovahiyê tê kirin.

 “Sedema mirina siwîlan hêzên rejîmê û mittefikên ku tu hedef naparêzin û êrîşan lidardixin in”

Civakên Siwîl ên Navneteweyî di daxuyaniyê de bang li YNyê kirin da ku li Sûrî ji bo aşitiyê yekitî pêk were. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Konseya Ewlehiya NYyê di derbarê Sûriyeyiuyan de di sinifê de maye. Dûvre wiha hat diyarkirin: “Hema hema 6 sal e ku qeyran sala xwe ya 6 emîn temam bike. Nîv milyon însan mirin û 11 mîlyon jî malên xwe terk kirin. Di demeke nêz  de Sûrî, Dewleta Ûris û mitefikên wan êrîşê 250 hezar siwîlên ku li Helebê mane dorpêçkirî dikin. Gor daxuyaniya ku ji teref Komîsertiya Bilind a Mafên Însanan a NYyê sedema mirina siwîlan hêzên rejîmê û mittefikên ku tu hedef naparêzin û êrîşan lidardixin in.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir