Li Bedlîsê hêj rêya 15 gundan girtî ye
Hat ragihandin ku li Bedlîsê hêj rêyên 15 gundan ji ber barîna berfê wek girtî maye.
Li Bedlîsê ji ber barîna berfê rêyên 15 gundan hêj girtî ye. Hat ragihandin ku karûbarên ji bo vekirina rêyên van gundan didome.
Midûrê Xizmetên Îdareyên Taybet ên Rê û Gihanê Yucel Îlarslan destnîşan kir ku ji ber barîna berfê rêyên 15 gundên ku girêdayê navend û navçeyan e hêj girtî ye.
Îlarslan diyar kir ku ji bo vekirina van rêyan 55 makîne û 86 personel karûbarên xwe yên di bergeha vê yekê de didomînin. (ÎLKHA)