Di derbarê şewata xewgeha li Edenê de 4 kes hatin girtin
Hat ragihandin ku di derbarê şewata ku li navçeya Aldaga Edenê pêk hat de 4 kes hatine girtin.
Hat ragihandin ku di derbarê şewata ku li navçeya Aldaga Edenê pêk hat de ji 5 kesên ku wan sewqê adliyê kiribûn 4ê wê hatine girtin. Muemeleya gumanbarê din jî didome.
Gor agahiyên hatine bidestxistin di derbarê şewata ku çêbû de midûrê xewgehê C.G. û serokê komelê Î.U bi tevahî 5 kes ji adliyê re hatin sewqkirin.
Ji gûmanbarên C.G. û Î.U. û 2 kesên ku navên wan nehat diyarkirin hatin girtin û bi şertê kontrola adlî jî kesek hat serbestberdan. (ÎLKHA)