• DOLAR 34.259
  • EURO 37.618
  • ALTIN 2910.73
  • ...
"Ez dizanim tenê bi serê xwe me lê dê ez micadala xwe bidomînim"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di vekirina navenda danûstanêde axivî. Erdogan diyar kir ku ew faîzê wek amûra kedxwariya mantiqa emperyalîstan dibîne.

Erdoganê ku xîtabê gel kir bi minasebeta Roja Astengdarên Cîhanê ya 3yê Berfanbarê destnîşan kir ku ev roj ji hemî astengdaran re bibe wesîla xêrê.

Dûvre Erdogan wiha axivî: “Astengdar di derbarê ku astengan çareser dikin, wekhev beşdarê jiyanê dibin de ji me re dibin mînak. Înşaellah dê em gor şert û mercên van rojan xwe ji nû ve bikin. Bê  westandin û betilandin xizmetên xwe ji birayên xwe re bidomînin. Lê duayekî min heye.  Xweda me û hemî mirovahiyê ji kesên ku wek hişmendî astengdar in biparêze. Ya girîng ev e.”

“Ez faîzê wek amûra kedxwariya mantiqa emperyalîstan dibînim”

Erdogan di derbarê faîzê de jî wiha ragihand: “Pêwîst e ku em pirsgirêka faîzê çareser bikin. Ez dizanim ku tenê bi serê xwe me lê dê ez micadala xwe bidomînim. Lewra ez faîzê wek amûra ked xwariyan dibînim.  Ez faîzê wek amûra kedxwariya mantiqa emperyalîstan dibînim. Ez faîzê wek amûra ku bêhna kesên pere radizînê li wan diçikîne dibînim.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir