• DOLAR 34.275
  • EURO 37.668
  • ALTIN 2912.645
  • ...
Barzanî ji ber êrîşa ku PYD li siwîlan kiribû bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî ji ber ku PYD li Amuda bajarê Kurdistana Sûrî êrîşê gelê siwîl a ku xwepêşan lidardixistin kir bertekek tûnd nîşan da. Barzanî wiha diyar kir: “Ev kesên ku vê sûcê kirine dê bedela vê bidin.”

“Kesên ku vê curmê kirine dê mutleqe bedela vê yekê bidin”

Barzanî di daxuyaniya ku da de wiha diyar kir: “Kesên ku ala Kurdistanê şwitandine, zarok û ciwanên Kurdan dane ber îşkencan dê her tim bi şerm û fedî werin bibîranîn. Kesên ku vê curmê kirine dê mutleqe bedela vê yekê bidin. Ez dixwazim ku gelê Amûdê di derbarê vê yekê de ewle bibe; nirxên ku ji dil qereqtera Kurdan didin nîşandan dê hakim bibin. Kesên ku ala Kurdistanê şewitandine dê wek fedî bimînin.”

Rojek berê di Encûmanî Niştimaniya Kurdistaêna Sûrî (ENKS) de PYD êrîşê xwepêşandarên siwîl kiribû û li Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûrî (KPD-S) û Partiya Yekitiya Kurd a Sûrî serdegirtin pêk anîbû. Dûvre li Amûdê ofîsên ENKSê hatibûn şewitandin.

PYD berê jî li Amûdê midaxaleya xwepêşanên ku hatibûn lidarxistin kiribû û gelek Kurd bûbûn hedefa gulan. Her wiha hat ragihandin piştî êrîşên herî dawî li herêmê endamên ENKSê ji teref komên çekî yên PYDê ve hatine astengdarkirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir