• DOLAR 34.278
  • EURO 37.656
  • ALTIN 2902.467
  • ...
Jiwanên ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê Selîm Ruzgar 15 salî û Abdullah Sapanciyê 22 salî yên ku di 23yê Mijdara sala 1993yan de ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin bi wesîla salvegera qetilkirina wan ji teref Hîra-Derê ve hatin bibîranîn.

Endamê Îttîhad’ul Ulema Mela Beşîr Şîmşek  di derbarê şehadetê de axavtineke kir. Şîmşek wiha diyar kir: “Civakên ku şiûra şehadetê terk kirine ji zillet, zerar, fitne û esaretê xelas nebûne. Lê kesên ku şehît dane û yên ku her tim xwediyê şiûra şehadetê ne her tim ezîz bûne. Ji dewra Pêxemberê me (as) heta îro li jiyana kesên ku ji mirinê natirsin û û dev ji şehadetê bernadin mêze bikin ew her tim bi îzzet bûne. Îro li mijara Mislimanan a di dinê de binêrin ji ber ku şiûra wan a şehadetê tune ew çawa perçe perçe bûne.”

Şîmşek diyar kir ku îro ji her demê zêdetir însan dimirin. Dûvre Beşîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro ji her demê zêdetir însan dimirin. Ew jî bi şiklekî xerab dimirin. Heke Mislimanan micadele bikirana û şehîd bidana mimkûn nebû ku însan ew qas bimirîna. Dê wê çaxê zarok, pîrek, îxtîyar ew qas nemirîna.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir