Doh û îroya Mizgefta Kurşunluyê hat pêşandin
Li Zanîngeha Dîcleyê fotografên ku doh û îroya Mizgefta Kurşunluyê nîşan didan hatin pêşandin.
Di fotografên ku li Fakulteya Perwerdehiyê hatin pêşandin de rewşa mizgeftê ya di navbera salên 1940 û 2016an hat nîşandan.
Wezîfedarê Hîndekariyê yê Şaxa Mekazanîsta Perwerdeya Kar û Wêneyan yê Fakulteya Perwerdehiyê yê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Îrfan Yildiz di merasîma vekirinê de axivî.Yildiz di axavtina xwe de destnîşan kir ev camî berhema herî delal a di dema Osmaniyan de ye û ji Mîmar Sînan re jî bûye çavkaniya îlhamê.
“Di demeke nêz de dê xebatên restorasyonê dest pê bikin”
Yildiz di berdewama axavtina xwe de dest nîşan kir berhem gelek zêde tahrîb bûye û wiha li axavtin xwe zêde kir: “Nexasim minber û qisma ahşabê tev zirar dîtine.Hundir di şewatê de zirar dîtin, encax a niha hatine seyandin.Xebatên paqijiyê xelas bûn.Xebat ji teref lijneya zanyaran ve tê kirin.Înşaallah di demeke nêz de dê xebatên restorasyonê dest pê bikin.”
Yildiz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew dixwazin di naveyna du salan de mizgeftê bikin wek halê berê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em hedef dikin ku di 2 salan de xebatên xwe xelas bikin.Bi heman awayî divê ev berhem ji nifşên din re jî bimîne.Ji bo tiştên ku hatine serê me em karibin dersê werbigrin divê ev bê kirin.Bila cardin ev bûyer neqewimin.Em dixwazin him zanyarên biyanî û him jî yên mehelî vê tahrîbata ku hatiye kirin û tiştên ku li Diyarbekirê qewîne bibînin.”
Rektorê Zanîngehê Dîcleyê Talîp Gul jî destnîşan kir pêşangah ji hemû kesî re vekiriye.(ÎLKHA)