• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
"Heke Ummeta Îslamê nebe yek em dê Arakanên din bibînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê Cemîyeta Mafên Însanan (CMÎ) Parêzer Mehmet Karadag ji êrîşên ku ji teref hêzên rejîma Myanmar û çeteyên Budîstan ve li Mislimanan tên kirin re bertek nîşan da.

Karadag diyar kir ku Myanmar berê di bin mêtingeha Îngîlîz bû. Pikştî ku ji mêtingeha Îngîlîz veqetaye li herêmê şer qet kêm nebûye. Dûvre Karadag wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku Îngîlîz berê fiîlî vekişiyabûn wek irqî, dînî yan jî bi cudahiyên din şer û herban pêk anî da ku hikûmraniya xwe li wir pêk bîne.”

“Ev komkuj e, kafî nîne ku mirov ji vê yekê re bes bibêje qetlîam”

Karadag wiha destnîşan kir: “Piştî ku Îngîlîz vekişiyan Budîstên li wê derê dûv re jî bi piştgiriya rejîm wan dest bi qetlîm û komkujiyê kirin. Berê ev qetlîam ji teref çeteyên rahîbên Budîst pêk dihat. Di qonaxa me ya ku em tê de ne ve komkujî û qetlîam bi destê dewletê tê kirin. Niha jî li dewleta Myanmara ku wek Burma tê wesfandin de hêzên rejîma faşîst yên di îktîdarê de ne û hemî leşkerên wan bi derfetên ku di destê wan de ye wek komkujî Mislimanên li wir ên ku xwe nikarin biparêzin qetil dikin. Rastî jî ev komkuj e, kafî nîne ku mirov ji vê yekê re bes bibêje qetlîam e. Mislimanên li wir dûçarê komkujiyê dibin.”

Karadag diyar kir ku raya gişît ya Dinyayê midaxaleya vê yekê nake. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku komkujî çêdibe hemî rêxistinên mafên Însanan ên navneteweyî û hêzên kureyî pêwîst e ku midaxilê vê yekê bibin. Lê tiştên ku me dîtine qet wisa nîne. Niha hemî kes bes li komkuja li Myanmarê mêze dikin. Belkû hêzên kureyî daxuyanî dane. Belkû rêxistinên mafên însanan rapor amade dikin. Lê bandordar nîne. Heta niha bi şiklekî baş midaxale nehatiye kirin.”

 “Wek Ummet em hêvîdar in ku hêzekî Îslamî midaxaleya wir bike”

Karadag diyar kir pêwîst e ku Ummeta Îslamê di derbarê geşedanên li Arakanê de bibe yek û bertek bide nîşandan. Dûvre Karadag wiha pê de çû: “Wek Ummet em hêvîdar in ku hêzekî Îslamî midaxaleya wir bike. Lê mixabin ev yek jî nebûye. Lewra li her derê erdnîgara Îslamê qetlîam çêdibin û wehşet pêk tên. Li ber serê me Heleb heye. Bajarên ku ji medeniyeta Îslamê pêk tên yek û yek îmha dikin. Ev gor me ew e ku hewl didin projeyeke mezin pêk bînin. Em dikarin ji vê yekê re bibêjin hişmendiya xaçdaran dûbare tê tetbîqkirin. Hêzên Emperyalîst li ser alema Îslamê tên dezgehkirin. Gor me jî dûçarbûna komkujiyê ya Mislimanên li Arakanê di encama vê yekê de ye. Mislimanan tehemul nakin. Di derbarê vê yekê de projeyên demdirêj pêk tînin.”

“Heta ku yekitiyekî bi hêz pêk neyê baweriya me ew e ku dê ev komkujî bidomin”

Ev Mislimanên ku mafên hemwelatiyê û perwerdehiyê nadin wan, misade nayê kirin ku ji 2 zarokan zêde zarokên wan çêbe û ji bilî vê ji birçîtî û pirsgirêkan re hatine mehkûmkirin. Divê ku jê vê yekê re bê deng nemînin. Di derbarê vê yekê de wek civakên siwîl divê ku hinek tişt werin kirin. Qe nebe divê ku ev mijar di raya giştî de were nîqaşkirin. Divê di derbarê alîkariyên însanî de saziyên me têkevin hereketê. Ya herî girîng divê ku di bergeha dewletan de wek hêza siyasî beriya vê yekê were girtin. Lê mixabin heta niha midaxaleyeke baş çênebûye. Lewra Umeta Îslamê perçe perçe bûye. Heta ku yekitiyekî bi hêz pêk neyê baweriya me ew e ku dê ev komkujî bidomin.”

“Li ku derê dibe bila bibe divê ku em bi pirsgirikên Umetê re eleqeder bibin”

Karadag diyar kir neanîna rojevê ya Mislimanên Arakanê çewtiyeke pir mezin e. Dûvre Karadag wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li ku derê dibe bila bibe divê ku em bi pirsgirikên Umetê re eleqeder bibin. Tabî li Helebê wehşeteke mezintir heye. Divê ku mirov li ser vê yekê bisekine. Divê ku mirov geşedanên li Irak û Sûrî bişopîne lê divê mirov Arakanê jî ji bîr neke.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir